Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Karabağlarê bi rojnamegerên jin re hat cem hev 2023-01-10 16:49:35     ÎZMÎR - Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Karabağlarê bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin bi rojnamegerên jin re hat cem hev.   Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Karabağlar a Îzmîrê bi wesîleya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin bi rojnamegerên jin re hat cem hev. Di civîna ku pirsgirêkên rojnamegerên jin ên li cihê kar û li qadê  hatin nîqaşkirin, xebatên Meclîsa Jinan ên li qadê jî hatin destgiritn.   Di civîna ku bi awayê sohbetê pêk hat de, jinên rojnameger cerebeyên xwe yên li qadê û li cihê kar parve kirin, di heman demê rojnamegeran bal kişandin ser girîngiya hevgirtina jinan di pêşxistina rojnamegeriya jinê de.   Endamên Desteya Rêveber a Meclisa Jinan jî bal kişandin ser girîngiya hevdîtina bi rojnamegerên jin re ya di çarçoveya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebetin de û behsa xebatên xwe yên bi jinên taxan re kirin. Her wiha jinan diyar kirin ku di demeke ku zextên li ser çapemeniyê û cezayên li ser rojnameyan zêde dibin de hevgirtin girîng e. Jinan roja têkoşînê li hemû rojnamegerên ku ji bo rastiya xwe ji raya giştî re ragihînin têdikoşin, tevî hemû zehmetiyan nivîsandina xwe berdewam kirin û ji ber şert û mercan karê wan tê astengkirin  pîroz kirin.