‘Ji bo rêzê ji çapemeniyê re bigirin em ê bixebitin' 2023-01-10 09:04:01   ÎZMÎR - Ji CFWIJ'ê Damla Turan bal kişand ser Roja Rojnamegerên Dixebitin û got: "Em ê ji bo Tirkiyeye bibe welatekî demokrat, azad û rêz jî çapemeniyê re bigire xebatên xwe bidomînin."    Di 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de gelek sazî û dezgehên rojnamegeran daxuyanî didin û bal dikişînin ser rewşa rojnamegeran. Rojnamegerên ku li Tirkiye û Kurdistanê dixebitin bi taybetî bi zext, gefxwarin, girtin, sansur, astengkirin, bêkariyê re rûbirû dimînin. Di rewşek wisa de 10'ê çileyê pêşwazî dikin. Di qada ragihandinê de bêtir kar û barê rojnamegerên jin giran dibe. Hem şert û mercên xebatê û hem jî nêzikatiya zîhniyeta serdest a mêr bêtir bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin.    Bi minasebeta Roja Rojnamegerên Dixebitin, ji di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ) Damla Tarhan bal kişand ser rewşa rojnamegerên jin.    'Bi şîdetê re rûbirû man'   Damla, diyar kir ku di sala 2022'yan de, di serhildana li Îranê û şerê li Ukranyayê de bêtir rojnamegerên jin bi şîdetê re rûbirû man û got: "150 jortir bûyerên şîdetê hatin testpîtkirin. Dest danîn ser amûrên rojnamegeran û nehiştin rojnameger bikevin qadên çalakî û şer. Hatin binçavkirin û girtin. Di sala 2022’yan de 30 rojnamegerên jin hatin binçavkirin û li gorî sala 2021'ê ji sedî 27 binçavkirin zêde bû. Tirkiye jî di şîdeta li hemberî rojnamegerên jin de di rêza yekem de cih girt û derbarê 50 rojnamegeran de doz hatin vekirin."   'Rojnamegerên jin tên tehdîtkirin'   Damla, daxuyand ku bi taybetî rojnamegerên jin li ser medyaya dijîtal jî bi tacizê re rûbirû dimînin û got: "Rojnamegerên ku parvekirinan dikin bi heqeratan re rûbirû dîmin. Êrişê cil û berg û rojnamegerên ku zarokên wan heyî tên kirin. Bi revandina zarokan jin tên tehdîtkirin, tehdîta tecawizê li wan tê kirin. . Ev êrişa li ser medyaya civakî mirov nikare qeyd bike ji ber ku gelek zêde ne."   'Em ji jinan talîmatê nagirin...'    Damla, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser wezîfedarkirina rojnamegerên jin: "Li navenda nûçeyan, bêtir nûçeyên wisa nerm didin jinan û nûçeyên wekî spor jî didin mêran û dibêjin jin 'Fêm nakin'. Dema ji bo nûçeyan derdikevin qadê jî mêr bi tu awayî rê nadin jinan û jinan dehfdidin. Nahêlin ku jin bi rehetî dîmenan bikişînin. Her wiha dema rojnamegerên jin tên asta rêvebertiyê vê demê pirsgirêk derdixin holê û mêr dibêjin ‘Em ji jinan talîmatê nagirin'. Çavkaniyên nûçeyan heke mêr be jî rojnamegerên jin bi tirs nêz dibin û her tim fikara destdirêjiyê dijîn."   'Divê rojnamegerên jin bibin yek'   Damla, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna rojnamegerên jin: "Li dijî binpêkirina mafan divê rojnamegerên jin di nava xwe de bibin yek. Divê di serî de jin xwe birêxistin bikin. Her wiha îhlalkirina mafên rojnamegeran bi dayîna daxuyaniyan a Rêxistinên Sivîl ên Civakî girîng e. Heke jinên ku destdirêjî lê hatibe kirin û lêdan xwaribe dema alîkariya parastinê neyê kirin xwe di nava ewlehiyê de his nakin. Heke Rêxistinên Sivîl ên Civakî bi navendên nûçeyan re bên cem hev dê ji bo rojnamegerên jin kar bêtir rehet bibe. Li vir helwesta Rêxistinên Sivîl ên Civakî girîng e."   Helwesta li hemberî rojnamegerên jin ên kurd   Damla, da zanîn ku xwendevan nizane ku rojnameger dema nûçe çêdike bi çi re rûbirû dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê di vê mijarê de ragihandina muxalîf bêtir li ser mijarên bi vî rengî raweste. Divê hempîşeyên hev xwedî li hev derkevin. Li hemberî rojnamegerên jin ên kurd şîdeta dewletê zêde ye û gelek rojnamegerên jin hatin girtin. Ji ber ku li hemberî girtina rojnamegerên jin ên kurd dengê me xurt derneket. Dema ewilî bertek hatin nîşandan lê niha hemû jî hatin jibîrkirin. Niha dozên ku derbarê wan de hatî vekirin di çi astê de ye ne diyar e. Divê ev doz bên şopandin û neyên jibîrkirin."   'Rêxistinên hempişeyî divê bi hev re têbikoşin'    Damla, destnîşan kir ku divê rojnameger bicivîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes tiştek dike lê belê ji ber ku em nayên cem hevdû gelek tişt kêm dimîne. Divê hemû rêxistinên me yên pîşeyî bi hev re têbikoşin. Xebatên dezgehan ên navneteweyî hene û lê dema em tên Tirkiyeyê em tenê tên hiştin. Heke tiştek bê kirin dê encamên derkevin holê. Em ê ji bo Tirkiye rêzê bigire em ê têkoşîna xwe bidomînin. Rojnamegerî ne sûc e."