'Dê ev şer bi dawî nebe' 2023-01-09 16:42:54     DÊRSIM - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ku di bîranîna Sakîne Cansiz a li ser gora wê ya li Dêrsimê de axivî, got: "Me çîroka şerekî guhdar kir û wê ev şer bi dawî nebe."   Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz a di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê hat qetilkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê û li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna ku li avahiya partiyê hat lidarxistin de, bi wêneyên Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên bi Sakîne Cansiz re hatibûn qetilkirin, quncik hat vekirin. Ji bo 3 jinan mûm hatin pêxistin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes ji bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona jiyana Sakîne Cansiz vedibêje hate nîşandan.   Meral Daniş Beştaş di bernameyê de diyar kir ku qetlîamên ku li Parîsê pêk hatî ne tesadûfî ne û got: "Em dizanin ku kujer rê li ber qetlîamên din jî vekir. Qetlîama 9'ê Çileyê ne qetîameke wisa tesadûfî pêk hatiye. Ne qetlîameke wisa ji rêzê ye. Hefizeya dîrokî, ciwan û xebatên dîplomasiyê hedef hatin girtin. Ev qetlîama ku pêk hatî em ji nêz ve nasdikin û lê belê em tu carî hînê wan qetîaman jî nebûn. Ne hewceye ku em ji hev re bêjîn. Di qetlîama Parîsê de hedef jinên kurd bû. Desthilatdarî tu carî hêza rêxistinbûna jinên kurd qebûl nekir.    Di 3'yê çileya 2013’yan de cara yekem rayedarên dewletê çûn Îmraliyê. Hevdîtina ku pêk hatî li qada Kurdistan, Tirkiye û navneteweyî piştgirî jê re hat dayîn. Dê ji bo çareseriyê bibûya rêya nû. Lê mixabin piştî 6 roj şûnde qetlîam pêk hat. Abdullah Ocalan di hêvdîna xwe de gotibû 'Ev qetlîam wek qetlîama Dêrsimê ye. Divê kujer bên aşkerakirin'.  Me çîroka şerekî guhdar kir û wê ev şer bi dawî nebe."   Piştî bernameya bîranînê girse xwest biçe ser gora Sakîne Cansiz a li Goristana Bajêr a gund a Dêrsimê. Ketin û derketina gund ji hêla polîs, leşker û cendermeyan ve hat astengkirin. Bi hinceta "Qedeya çalakî û bernameyan" nehiştin girse bikeve gund. Polîsan êriş bir ser girseyê.    Her wiha parlamenterên HDP'ê piştre çûn goristanê û kurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz.