HDP dê bi komeleyên herêmê re bê gel hev 2023-01-09 10:35:04     ENQERE - HDP'ya ku lez da xebatên xwe yên di nav gel de, di 12'ê Çileyê de dê li Stenbolê bi komeleyên ku ji aliyê Kurdan ve hatine damezrandin re bê gel hev.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji aliyekî ve bi doza xwe ya girtinê re mijûl e li aliyekî jî lez daye xebatên xwe yên di nav gel de. HDP'ya  ku ji bo strata hilbijartinê jî xebatên xwe didomîne, dê di 12'ê Çileyê de bi komeleyên li Stebolê yên ku ji alyê kurdên ku ji ber şer koberbûne ve hatine avakirin re bê gel hev.   Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; di hevdîtina ku wê li Komeleya Cemîl Candaş a Bajêr bê kirin dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Cîgirê Hevserokan Tuncer Bakirhan tevli bibe. HDP'a ku demeke ji bo vê dixebite, vê çalakiyê wekî hevdîtina bi girseya xwe re pênase dike.