Derbarê dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin 2023-01-09 10:27:12     ENQERE - Derbarê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" de ya ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê di 25'ê Mijdarê de hatî berzkirin de lêpirsin hat vekirin.    Tecrîda ku li hemberî Rêberê PKK'ê tê meşandin bandora xwe li tevahiya girtîgehan kiriye. Ligel zext û zordariya li hemberî girtiyan li hemberî malbatan jî heman tecrîd tê kirin. Girtîgeha ku herî zêde bi binpêkirina mafan re tê rojevê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ye.    Girstiyên jin ên siyasî di 25'ê Mijdarê de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Derbarê berzkirina dirûşmeyê de li girtiyan lêpirsin hat destpêkirin. Dirûşmeya ku li tevahiya cîhanê belavbû li Tirkiyeyê bû sedema ceza girtinê.    Derbarê girtiyên bi navê Rojdan Eraz a ku çend cezayê wê qediyaye jî nayê berdan, Ayşe Yagci a ku ji Doza Kobanê tê darizandin de bi hinceta ku dirûşm berz kirine lêpirsîn hat destpêkirin.    Di girtînameya lêpirsînê de hat diyar kirin ku dirûşmeya "Jin jiyan azadî" a bi kurdî ya ku wateya wê nayê zanîn hat berzkirin. Di girtînameyê de carekdin derket holê ku kurdî wek "zimanê ku nayê zanîn" derbas dibe.    Derbarê mijarê de siyasetmedar Ayşe Yagci, wiha parastina xwe kir: "Dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê wek dirûşma azadiyê tê berzkirin. Destpêkirina lêpirsinê bi xwe pirsgirêk e. Ne tenê jinên kurd li gelek welatan, di serî de jî li Îranê li dijî rejîma molayê tê berzkirin. Ji hêla hemû jinan xwe dirûşm hatiye pejirandin û wek dirûşmeya azadiyê tê nirxandin. Li dijî şîdeta sedestiya mêr tê berzkirin. Ez wek jineke têkoşîna azadiya jinê didim vê helwestê qebûl nakim."    Rojdan Erez û Ayşe Yagci, li dijî cezayê disîplînê ya ku ji hêla Serokatiya Lîjneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Girtîgehê hatî dayîn serî li Dadgeriya Înfazê ya Rojava a Enqerê bidin.