Dozgeriyê lêgerîna tazî sûc nehesiband! 2023-01-09 10:18:26       ANKARA - Giliyê derbarê lêgerîna tazî de ku ji aliyê rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê diman ve hat kirin bi hinceta "Tu sûc tune ye" bi neşopandinê bi encam bû.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 5 rojnamegerên jin di 29’ê cotmehê de hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li her 5 rojnamegeran hatibû ferzkirin. Rojnameger jî li dijî vê pêkanînê derketin û gilî kirin. Lê derbarê gilyê ku kirin de biryara neşopandinê hat dayîn.    Rojnamegerên jin Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê dabûn û gilî kiribûn.  Serdozgeriyê jî di 14’ê kanûnê de bersiv da. Dozgeriyê jî fikraya 2’yemîn a xala 34’an a rêziknameya “Lêgerîn, Tetbîqata Ewlehiyê û Hejmartin a Rêveberiya Saziyên Înfazkirina Ceza û Înfazkirina Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê” weke hincet nîşan da û îdia kir ku heke rêveberiya girtîgehê hewcehî pê bibîne dikare li gorî usûlan vê pêkanînê bi cih bîne.    Rêveberiya girtîgehê li xwe mukur hat   Rêveberiya girtîgehê jî li xwe mikur hat û îdia kir ku di nava alavên rojnamegeran de 4 CD hene û ji bo tespîtkirina alavên qedexe yên ji derve hatine anîn ev lêgerîn kirine. Bi domdarî girtîgehê ev îdia kir: “Di odeya lêgerînê de bêyî ku dest bidin çermê wan, li ser pêşmalkên lê hatine kirin  û bêyî ku hesta şermê were binpêkirin lêgerîn li ser wan hatiye kirin.”    Dozgeriyê jî îfadeya rêveberiya girtîgehê esas girt û bi hinceta “Tu hêmanên sûc nehatine dîtin” û biryara neşopandinê da. Rojnamegeran jî li dijî biryara neşopandinê li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Bati ya Enqereyê îtîraz kir.    Çi bibû?   Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Stenbol û Manîsayê 11 rojnameger hatibûn binçavkirin. Li 5 rojnamegerên jin ên ku derxistin Edliyeya Enqereyê lêgerîna tazî hat ferzkirin. Li gel ku emniyetê gotibû tu hêmanên sûc di nava alavên rojnameger Şahînlî de nehatine dîtin jî, girtîgehê bi hinceta ku CD’yek di nava cilên wê de derketiye, lêgerîna tazî li hemû rojnamegerên jin ferz kir.