ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-09 09:00:00   *Şukran Okten ku li Silopyayê bi karê dirûtinê hem debara xwe dike û hem jî jinan fêrî dirûnkariyê dike, diyar kir ku divê jin bikaribin bi hêza xwe li ser piyên xwe bisekinin û xwe mihtacî tu kesî nekin. DÎMEN HEYE   *Esnafên bazarê ku encamên krîzê ji kurahî his dikin nikarin tiştekî bifroşin.  Bi qezenceke kêm nikarin deynê av, ceyran an jî nan bidin.Barê butçeya ji şer re tê veqetandin li ser milê gel tê barkirin.  DÎMEN HEYE   *Rêvebera GOÇÎZDER’ê Songul Kose diyar kir ku 18 sal berê bi Fatma Tokmak re 4 salan li girtîgeha Gebzeyê girtî maye û got piştî 18 salan şûnde ew dîsa dîtiye lê êdî nikare bi derencekan hilkişe û tevî hemû nexweşiyan Fatma dest ji berxwedana xwe bernedaye. DÎMEN HEYE   * Derbarê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" de ya ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê di 25'ê Mijdarê de hatî berzkirin de lêpirsin hat vekirin.    *Serlêdana sûc ya derbarê lêgerîna tazî de ku ji aliyê rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê diman ve hat kirin bi hinceta "Tu sûc tune ye" bi bêşopandinê bi encam bû.