Li Bordeaux meş: Ji bo edeletê bila sira dewletê bê aşkerakirin 2023-01-08 21:42:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bordeaux ji bo kesên li Parîsê hatine qetikirin meşa edeletê pêk hat û di meşê de banga ‘ji bo edeletê bila dewletê bê aşkerakirin.’   Li bajarê Bordeaux a Fransayê bi armanca protestokirina komkujiya Parîsê çalakî pêk hat.  Bihezaran kesên li qada Place de Bourse civiyan bi dirûşmeyan berbi qada ku avahiya edliyê û şaredariya Bordeaux lê bû dest bi meşê irin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Em efû nakin, jibîr nakin’, ‘heta edelet pêk neyê Fransa wê sûcdar be’ hatin berzkirin.   Di meşê de danezana Fransî hat xwendin û ligel hat belavkirin.  Dostên Kurdan, nûnerên sendîka û partiyên siyasî piştgirî dan meşê. Di axaftinên di mîtîngê de hatin kirin peyamên ronîkirina komkujiyê hatin dayîn û wiha hat gotin ‘Bila ji bo edeletê sira dewletê bê aşkerakirin.”   Di mîtîngê de nûnerên La France Insoumise, Ensemble, NPA, Revolution Permanente, Solidarite33 û FSU axivîn.