Ji jinan du panelên diyalogê 2023-01-08 21:33:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi du panelên diyalogê yên cuda balkişandin ser girîngiya pêşxistina rola jinan di aliyê siyasî de û destnîşan kirin ku jin dikarin li hember hemû rewşên zehmet li ber xwe bidin.   Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê paneleke diyalogê bi navnîşan "Jin û beşdariya siyasî" li dar xist. Tê de endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Idliba El Xedra (Kesek), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û nûnerên partiyên siyasî yên Reqayê beşdar bûn.   Di serî de endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl der barê jiyana Sakîne Cansiz de axivî û  got: "Jina têkoşer Sakîne Cansiz kar û xebatên rêxistinî li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê bi rê ve birin. Piştre di 12'ê Îlona 1980'yan de hat girtin û bêhtirî 10 salan di zîndana Amedê de ma. "   Feyrûzê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku di sala 1999'an de ew serbest hat berdan, wê berê xwe da akademiya şehîd Mahsûm Korkmaz a li deşta Beka ya Lubnanê û li wir perwerde dît. Piştre ji bo ku kar û xebatên jinan bi rêxistin bike berê xwe da Ewropayê.  Ew têkoşereke neteweyî û xwedî baweriyeke şoreşgerî bû, moral û îradeya wê her tim bilind bû."   Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Zabiya Nasir wiha axivî: "Krîza Sûriyê dê 12 saliya xwe temam bike û hîn jî çirûskên çareseriyê tune ne."   Di dawiya panelê de beşdaranbalkişandin ser pêşxistina rola jinan di aliyê siyasî.   Li Minbicê jî panel pêk hat   Di heman çarçoveyê de, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê paneleke diyalogê bi sernavê "Rola Siyasî ya Jinan di Şerê Gel ê Şoreşgerî de" li dar xist. Edamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Saziyên Olî, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr û endamên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.   Panel li hola civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate lidarxistin û tê de du mijarên sereke "şerê gel ê şoreşgerî" û "rola jinan di şerê gel ê şoreşgerî de" hatin nîqaşkirin.   Di serî de endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hind Daxistanî li ser mijara yekemîn a panelê wiha axivî: "Ev şerekî dirêj e, di serî de xwe dispêre destekdayîna gel. Ji destpêka kirîza Sûriyê ve û di hemû şerên din de jin tên hedefgirtin, bingeha şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo pêşxistina rola jinan di civakê de ye."   Der barê mijara duyemîn de jî cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Buseyna Hesen destnîşan kir ku jin di gelek demên erênî û nerênî re derbas bûn û ji qonaxa têkçûnan derbasî qonaxa serkeftin û destkeftiyan bûn ku ji her kesî re ispat kir ku ew dikarin li hember hemû rewşên zehmet li ber xwe bidin.   Di dawiya panelê beşdaran teqezî bi bilindkirina ruhê şoreşgerî ya jinan û rûniştandina fikrê parastina rewa di avakirina malbata demokratîk de û pêşxistina rola wê di civakê de û perwerdekirina wê kir.