3 şoreşgerên jin hatin bibîranîn: Em ê komployê têk bibin 2023-01-08 19:01:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo û Tirbespiyê ji bo jinên şoreşger yên li Parîsê hatine qetikirin bername pêk hatin û di bernameyan de peyama ‘Em ê bi têkoşîna hevpar komploger û kujeran têk bibin.’ hatin dayîn.   Bi wesîleya 10’emîn salvegera Komkujiya Yekem a Parîsê, liTirbespiyê û bajarê Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin.   Ji jinên Êzîdî semîner   Li Tirbespiyê Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava semînerek li ser armancên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hate lidarxistin û di serî de endamên saziyan bi dehan jin tevli semînerê bûn.   Di semînerê de endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo behsa siyasetên qirkirinê yên li dijî jinên Kurd kir û wiha got: "Hîna siyasetên qirkirinê li dijî jinên Kurd dewam dikin. Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê ne dûrî komkujiyên ku li dijî civaka êzidî û jinên êzidî yên Şengalê di 2014′an de pêk hatine."   Di semînerê de li ser bêdengiya hikûmeta Fransayê ya li hember komkujiyan, hat sekinandin û gotin bêdengî hevkariya sûc in.    Her wiha balkişandin ser têkoşîna  Sara, Rojbîn, Ronahî û Evîn Goyî ya di têkoşîna azadiya Kurdû wiha gotin: "Bi hezaran jinên Kurd û yên ji pêkhateyên din li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan xwedî li doza azadiya jinan derdikevin."   Li Qamilo komplo hat şermezar kirin   Bi heman sedemê Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînerek li navenda ciwanan a bajarê Qamişlo  pêk anîn. Nêzî 150 ciwan di semînerê de amade bûn.   Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê Rîm Deda semîner bi rêve bir. Rîm Deda di destpêka axaftina xwe de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bibîr anî û got bi sedan salan e li hember Kurdan komkujî pêk tên.   Rîm Dade da zanîn ku wê tu caran dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribin bi van komkujiyan gelê Kurd tune bikin û got: "Ji bo şopandina rêya şehîdan em weke jinên ciwan pêwîste her kêliya jiyanê xwe bi rêxistin bikin, perwerde bikin û têkoşîna xwe li hember komkujiyên li ser gelê me, li ser pêşengên me tên kirin, bilind bikin û hesab ji kujeran bixwazin.  Em tenê dikarin bi şopandina rêya şehîdan bibin layîqê hevalên şehîd.ʹʹ   Semîner bi dirûşmên “ Şehîd Namirin”, “ Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî bi dawî” bû.