Li rojhilatê Kurdistan û Îranê berxwedan dewam dike 2023-01-08 10:51:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ,destpêkirî bê navber dewam dike.   Li gel berxwedana bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ku di pêşengiya jinan de didome, darvekirina ciwanan ya ji aliyê dewleta Îranê ve bû sedema bertekan, bi dehan hunermend, rewşenbîr û kesayetên rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî darvekirinan nerazîbûn nîşandan.   Dewleta Îranê duh danê siharê xwepêşanderên bi navê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî, bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî, bûne bi dar ve kirin. Darvekirin bûn sedema nerazîbûnên tûnd.   Bi dehan hunermend, çalakvan, kesayetên Îran û rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirinan bi rêya hesabên xwe yên torên civakî nerazîbûn nîşanî desthilatdariya Îranê dan.   Duh Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê  (PJAK) Siyamed Muînî, li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî darvekirina du xwepêşanderên bi navê Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî ku rejima Îranê ew bi dar ve kirin, peyamek parve kir û got,  “Darvekirina têkoşerên li ser cadeyan a bi tometên nerast, wê yekê piştrast dike ku rejima Îranê di dawiya temenê xwe de ye, ji civak û serhildanan hîn zêdetir tirsaye.”   Duh bi şev li Tahran û gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin û welatiyan nerazîbûna xwe ya li dijî desthilatdariyê û darvekirinên ku dike nîşan dan.   Herwiha duh li piraniya bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê goristanên kesên di serdema Komara Îslamî de hatine kuştin, hatin gulebarankirin.   Lê tevî darvekirin, kuştin, îşkence û girtinan jî nerazîbûna li rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.