Ciwanên Şengalê komkujiyên li Parîs û Şengalê şermezar kirin 2023-01-07 17:10:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê bi daxuyanyekê êrişên Parîs û Şengalê şermezarkirin û diyar kirin ku wê êrişkar hesabê karên xwe yê qirêj bide.   Li Komalgeha Duhla ya Şengalê Yekîtiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê civîna xwe ya salane lidarxistin û piştî civînê bi daxuyaneyekê êrişên li Parîsê û Şengalê şermezarkirin û diyar kirin ku wan di civîna xwe de soza bilindkirina têkoşîna ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah a fîzîkî dane.   Daxuyaniya ciwanan ji aliyê Lîza Zerdeşt ve li ber avahiya Meclis Gel hate dayîn.   Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Çawa li Parîsê bi fermana Erdogan û hevkariya dewleta Fransa ew komkujî pêkhat, li Şengalê êrişa li ser Şehîd Menal jî bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin. Eger li Parîsê destek ji van êrişan re nehatibe kirin, wê êrişên wisa li tu cihekî dûbare nebûyan.   Li nava girtîgehên dewleta Tirk a dagirker, her wiha li serê çiyayên azad berxwedaniya gerîla dewam dike û têkoşîna herî mezin li Îmraliyê tê kirin. Ji bo rê li ber fikra wî ya azadiya gelan bigirin, dewletên desthiladar, li ser Rêber Apo tecrîdek giran didin meşandin. Li himberî gerîlayên ku parastina mirovahiyê dikin çekên qedaxekirî bikartînin û dixwazin bi van karan serweriya xwe li ser cîhanê ferzbikin.   Li hember hemû êrişan emê têkoşîna xwe dewam bikin, çiqas êriş liser pêşengên me pêk werin, wê tu kes nekaribe rê liber rêxistinbûna me bigire. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bimre Îxanet” û “Bê serok jiyan nabe"bidawî bû.