Dosya Rozerîn Çukur li benda biryara DDB’ê ye 2023-01-08 09:04:34     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzera Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Amedê Eylul Ozgultekîn diyar kir ku dosya Rozerîn Çukur a di qedexeyên li Sûrê de hat qetikirin birine Dadgeha Destura Bingehîn û li benda biryarê ne.   Rozerîn Çukur ya 17 salî di 8’ê çileyê 2016’an de di qedexeyên derketina derve ya li Sûr a Amedê hatibû îlankirin hat qetibû qetilkirin û cenazeyê wê 5 meh şûnde dabûn malbatê. Lêpirsîna der barê mirina wê de hatibû vekirin jî di 2021’ê de biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune’ hat dayîn. Di biryara ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku navê Rozerînê di hevdîtina bêtêlê ya navbera endamên Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) de derbas bûye.    Di biryarê de van îfadeyan cih girt, “Rozerîn Çukur di dîroka bûyerê de di pevçûna bi hêzên ewlehiyê re derketiye miriye û ji hevdîtinên bêtêlê de tê dîtin ku tevli PKK-KCK’ê bûye û ji girtekên emniyetê jî tê fêmkirin, ji ber vê li ser navê gumanbaran cih ji lêpirsînê re tune (…)”   Parêzera Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) Amedê Eylul Ozgultekîn derbarê mijarê de nirxandin kir.   ‘Rozerîn zarokek ku xeyalên wê hebûn’   Eylulê da zanîn ku di dosyayên binpêkirinên mafên jiyanê ya zarokan de dema gumanbar bi sifatên hêzên ewlehiyê bin wek dosya Rozerînê zarokan dikin alîgir. Eylulê wiha domand: “Ji ber Rozerî li Sûrê bû bi hinceta ‘yekitiya dewletê xera kiriye’ lêpirsîn hat vekirin. Rozerî 17 salî bû. Xwendekarek serkeftî bû. Ji dersên xwe hez dikir. Ji wênekişandinê hez dikir. Xeyalên wê hebû. Dixwes bibe parêzer an jî psîkolog. Dema qedexe radibe dixwaze biçe cem hevala xwe ya li Sûrê û dersan bixebite. Lê çawa dîa qedexe îlan dibe nikare jê derkeve û li wir dimîne. Piştre gule li serê wê dikeve û jiyana xwe ji dest dide.”   ‘Em li bendê biryara DDB’ê ne’   Eylulê bi lêv kir ku dosya Helîn Hasret Şen jî bi neşopandinê encam bûye û destur lêpirsînê jî nedane dosyayan. Eylulê wiha dirêjî dayê: “Ji ber pêvajo dirêj dibin em dosya dibin Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Yek ji van dosyayan ya Rozerînê ye.  Me dosya bir DDB’ê. Em niha li bendê biryara DDB’ê ne.  Ne tenê rewşa Rozerînê ya zarokên din yên hatine qetilkirin jî wisaye. Em dixwazin ku destura lêpirsînkirina dosyayan bê dayîn. Di raporên me yên aydê navbera salên 2011 û 2021’ê li gorî daneyan mafê jiyana 228 zarokî hatiye binpêkirin.”