Ji Serhedê bang kirin: Dengê şoreşa jinê bilind dibe 2023-01-07 19:55:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo jinên Kurd yên li Parîs û Sîlopiyê hatine qetilkirin li Colemêrg, Agirî û Wanê bernameyên bîranînê pêk hatin û li dijî êrîşan peyama bilindbûna dengê şoreşê hat dayîn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4’ê çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin li Wan, Colemêrg û Agiriyê çalakiya bibîranînê pêk hat.    Colemêrg   Li avahiya HDP’a Colemêrgê bernameyek pêk hat gelek kes tevli bernamê bûn. Hevseroka HDP’a Colemêgê Humeyra Armut axaftinek kir û wiha got: “Têkoşîna wan wê bibe ronahiya riya me.Emê her tim têkoşîna wan bibin serkeftinê.” Di bernameyê de sînevîzyonek hat nîşandan û her wiha dengbêj Ahmet Ballises stran û helbest xwendin.   Agirî   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bazid a Agiriyê li Taxa Îshak Paşa benameyek pêk anîn û gelek jin di bernameyê de amade bûn. Sînevîzyonek hat nîşandan û piştre dengbêjan klamên xwe striyan.   Li ber avahiya HDP’a Panosê jî bi pêşengiya TJA’yê daxuyaniyek hat dayîn. Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer komkujî şermezar kirin û diyar kir ku cîhanê dengê şoreşa jinê bilind dibe.   Wan   Li Serav a Wanê jî li gundê Qerehîsar bi pêşengiya TJA’yê bernameyek pêk hat. Hevşaredara Seravê ku qeyûm tayînê şûna wê bû, Caziye Duman axivî û got: “Li ku dibe bila bibe em ê desturê nedin vê zîhniyeta ku komkujiyan li hember Kurdan pêk tîne. Heta gumanbar dernekevin holê wê têkoşîn bidome."