Bi ‘Jin jiyan azadî’ re dema serkeftinê ye! 2023-01-07 19:43:50   STENBOL - Li navçeyên Stenbolê ji bo jinên Kurd yên li Parîs û Sîlopiyê hatine qetilkirin çalakiya bibîranînê pêk hatin û peyama ‘Bi Jin Jiyan Azadî re dema serkeftin û azadiyê ye’ hat dayîn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4’ê çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê û Endama Komîteya KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku di 23'yê cotmehê de di êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de hatibûn qetilkirin li sê navçeyên Stenbolê çalakiya bibîranînê pêk hat.    Esenyurt   Li avahiya HDP’a Esenyurtê çalakiya bîranînê pêk ahat û aktîvîstên TJA’yê, însiyatîfa Dayikên Aştiyê, dayikên Nobeta Edeletê, berdevka HDP’ê Ebru Gunay, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, meclîsa ciwanan a HDP’ê, Koordînasyona Jinên Civan, Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (ANYAKAYDER) û gelek kesên din tevli bûn.  Di bernameyê de axaftin hatin kirin û sînevîzyonek hat nîşan dan.   Di bernameyê de aktîvîsta TJA’yê Turkan Aşçi û berdevka HDP’ê Ebru Gunay axaftin kirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku li dijî êrîşan bi ‘Jin Jiyan Azadî’ dem dema azadiyê ye.   Kagithane   Li avahiya HDP’a Kagithaneyê jî ji bo bîranîna siyasetmedarên Kurd bernameyek pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol, Dengbêj Xalîde û gelek welatî tevli bûn. Ji bo siyasetmedarên jin rêz hat girtin û piştre sînevizyonek hat nîşandan.   Umraniye   Li Umraniyeyê jî bername pêk hat û parlamentera HDP’ê Oya Ersoy  û aktîvîstên TJA’yê tevli bûn. Hunermendê NÇM’ê Baran Bozyel di bîranînê de stranên xwe striya.