Minbicî li dijî êrîşan daketin qadan 2023-01-07 19:15:33   MINBIC - Bi sedan şêniyên Minbicê bi dirûşma ‘Sûcdarên komkujiya Parîsê û komkujiyên li dijî gelê Sûriyê yek in’ daketin qadan û komkujiyên Parîsê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.   Li ser banga Meclisa Ciwanan a Minbicê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê bi sedan kes di nav de endamên meclisê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Kombûna Jinan a Zenbûya, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, saziyên girêdayî jinan û nûnerên partiyan li pêşiya stasyona El Hemdonî kom bûn.   Girseyê ji pêşiya îstasyonê heta çerxerêya El Cezîre meşiyan û dirûşmeyên, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’, ‘Na ji komkukjiyên li dijî gelên azad re’ berz kirin û alên Partiya Sûriya Pêşerojê, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kesên di komkujiya duyem a Parîsê de jiyana xwe ji dest dane hildan.   Li çerxerê, xwepêşandan rawestî û veguherî mîtingê. Di mîtingê de endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ednan Xelîfe axivî û got: “Ji bo ku em rastiya projeyên dewleta Tirk û siyasetên wê yên mêtinger li dijî herêmên me aşkere bikin, em derketinqadan.” Ednan destnîşan kir ku di encama bêdengî û paşguhkirina hikumeta Fransayê ku sûcdaran eşkere bike û wan darizîne, hişt ku komkujiyeke din pêk were.   Her wiha Ednan diyar kir ku nîşaneyên heyî eşkere dikin ku ev komkujî bi destê dewleta Tirk pêk hatiye û got: “Em komkujiyhên dewleta Tirk ên li dijî gelê me, li dijî Navenda Çanda Kurd a li Parîsê şermezar dikin. Em bang li hikuemta Fransayê dikin ku lêpirsînekê çêke û gunehkaran darizîne.”   Di dawiya mîtingê de girseyê  dirûşmeyên ‘Ji  bêdengiya navneteweyî re na’ û ‘Bijî Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî’ berz kirin.