Tevgera Hîlala Zêrîn pakrewanên Parîsê bi bîr anî 2023-01-07 14:54:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Hîlala Zêrîn, pakrewanên Parîsê bi bîr anîn û destnîşan kir ku hêzên serdest dê nekarin rê li ber jinên kurd bigirin.   Bi boneya 10`emîn salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê li dijî 3 jinên kurd; Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatiye kirin, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de îşarest bi komkujiyên li dijî jinan hat kirin û wiha hate gotin: "Yek ji komkujiyên li dijî sivîlan û jinên pêşeng ên kurd, komkujiya 9`ê Çileya 2013`yan e ku li Parîsê pêk hatiye û di encamê de 3 pêşeng ên Kurd; Sakîna, Leyla û Fîdan şehîd bûn. Di çarçoveya dewamkirina wê komkujiyê de, li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê  êrişeke çekdarî pêk hat û di encamê de heval Evîn û hevalên wê şehîd bûn.   Zîhniyeta dewleta Tirk a dagirker û şirîkên wê yên di hikumeta Fransayê de dimeşîne, qirkirina jinan û Gelê Kurd kiriye armanca xwe ya sereke. Jinên kurd pêşengiya meşa azadî û demokrasiyê dikin, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker li her derê wan dike hedef.   Rejîma kujer û dijberî mirovahiyê bi rêbazên xwe yên hovane û bi rêya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwaze rê li pêşiya têkoşîn û azadiya jinan bigire û ji bo tunekirina felsefeya “Jin, jiyan azadî” komkujiyan pêk tîne.