Xizmên Windayan li aqubeta Îsa Soysal pirsî 2023-01-07 14:02:56     AMED - ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsî.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 726'an de ya ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, bersûc bên darizandin" li dar dixin li aqubeta Îsa Soysal pirsî. Xizmên Windayan li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuluya Amedê daxuyanî da. ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsî.    'Ne bûyerên munferît in'   Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun da zanîn ku bûyerên derbarê mijarê de yên ku diqewimin ne bûyerên munferît in û got:"Ji bo li Tirkiyeyê bi heqîqetê re bên rû hev em li gel hev in. Polîtîkaye ku van binpêkirinan nabîne mijara gotinê ye. Dewamkirina çalakiyên îşkence û muameleya ne baş encama polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Ji ber vê jî peywirdarên cemaweriyê tundiyê dikin."   'Divê xwedî li lêgerîna edaletê bê derketin'   Tê gotin hestiyên kesên di komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin li Wanê ye lê belê têkildarî vê yekê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û got:"Dîsa em li Newala Qesabayê jî binpêkirina mafan dibînin. Divê bersûc bên cezakirin. Lê belê polîtîkayeke ku mafên mirovan vedişêre heye. Tevî zextan û qedexeyan divê xwedî li lêgerîna edaletê bê derketin."   Piştre Cîgira Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgi Sila Demir çîroka windakirina Îsa Soysal parve kir.    Çîroka Îsa Soysal   Ezgî Sila da zanîn ku Îsa zewicî bû û sê zarokên wî hebûn û wiha domand:"Li bajaroka Karoxê ya Gundê Bozalan a Silopiyê di payiza 1988'an de Îsa ji aliyê sê kesên kincên sîvîl li xwe kiribûn ji mala xwe bi zorê hat derxistin. Careke din xeber jê nehat girtin. Îsa bi ajal û cotkariyê mijûl dibû. Berê qet nehatibû binçavkirin. Kesên hatin mala wî gotin karê me bi te heye û gotin em ê herin Amedê. Ji wê rojê de ye careke din ji Îsa xeber nehat girtin. Xizmên wî li her derê li wî geriyan lê tu encam bi dest nexistin."   Ev 35 sal in xeber jê nayê girtin   Ezgi Sila da zanîn ku zextên li ser malbat û gund bi salan e dewam dike û wiha pê de çû:"Di serê sala 1994'an de gund ji aliyê leşkeran ve hat valakirin. Xizmên Îsa ji ber tirsa wê demê heta sala 2009'an bi awayekî fermî serî li tu derê nedan. Di sala 2088'an de rojnameger Faruk Aslan pirtûka Karakutu: Navê tarî yê Ergenekonê Tuncay Guney parve kir. Tuncay di pirtûka xwe de gotiye kesên di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin kuştin li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê hatine veşartin. Li ser vê yekê Baroya Şirxanê li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê gilî kir. Xwest li cihê bûye mijar lêkolîn lê bê kirin. Li ser vêya serlêdan hat kirin û birayê Îsa Musa Soysal jî serlêdan kir. Di 2009'an de li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê lêgerîn at kirin û hestî derketin. Lê malbatê li vir xwe negihand agahiyên derbarê Îsa de."   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.