Komîser Serdar Erdogan ê ku dest dirêjî jinan kir, hat girtin 2023-01-07 12:55:02   STENBOL - Komîser Serdar Erdogan ê ku li Kagithaneya Stenbolê, bi kişandina wêneyan dest dirêjî jinan kir hat girtin.   Komîser Serdar Erdogan li marketekî li Kagithaneya Stenbolê wêneya mişteriyeke jin bi veşartî kêşand. Komîserê ku bi veşartî wêne kişand di kamerayên marketê de derket holê. Derbarê bûyerê de rayedarên marketê gilî kir û polîsan dîmen lêkolîn kir. Piştî lêkolînê derket holê ku kesê ku dest dirêjî jinan dike Serdar Erdogan e û komîser e. Komîser Serdar hat binçavkirin û dest danîn ser telefona wî. Di telefona wî de gelek dîmenên ku aidê jinan ên bi veşartî hatî keşandin derketin holê.    Piştî îfadeyên li emniyetê ew sewqî dadgehê kirin û li vir derbarê komîser Serdar Erdgoan de biryara girtinê hat dayîn.