Raperîna 'Jin jiyan azadî' berdewam dike 2023-01-07 11:37:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Raperîna "Jin jiyan azadî" ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Berxwedan jiyane” berdewam dike.    Agirê serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan hat pêxistin ligel zext, tundî, îşkence, girtin û darvekirinan didome. Her wiha Dewleta Îranê 2 welatiyên din ên tevlî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûne, bidarve kirin.   Li Zahîdanê duh di roja Îranê de, hezaran kes daketin kolanan û li dijî desthilata Îranê dirûşme avêtin. Herwiha beşek dirûşmeyên wan ji bo piştgiriya gelên din ên Îranê bû, bi taybet kurdan.   Di xwepêşandanên Zahîdanê de, dirûşmeyên, “Bêdengî koletiye” û “Berxwedan Jiyane” hatin gotin. Herwiha jinên tevlî çalakiyê bûyîn jî bi dirûşmeya, “Jin, jiyan, azadî” li dijî stem û çewisandinê bertekên xwe anîn ziman.   Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hejmarek jin û mêr li çiyayê Awyer kom bûn û bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” piştgiriya xwe ya ji bo xelkê Belûçistanê dubare kirin.   Herwiha dîsan li Sine careke din ciwan daketin qadan û bi pêxistina agir rê girtin û dirûşmeya, “Kurdistan goristana faşîstan” gotin.   Li Tehranê jî, li çend taxan welatiyan, şeva borî, bi dirûşmeyên li ser ban û şaneşînên malan nerazîbûnên xwe li hemberî desthilatê anîn ziman.   Duh nûçeya wefata Kurdê Yarisan ê xelkê bajarê Kerec ê bi navê  Sêpêhir Ezemî belav bû.   Ev ciwanê kurd ji berî 23 rojan li qada xwepêşandanên li Kerec bi giran birîndar bibû, piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Li gelek qadên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh çalakiyên cuda û nivîsandina dirûşmeyên li ser dîwarên cihê giştî û piran berdewam bûn.   Herwiha hinek çalakî taybet ji bo banga çalakiya gelenperî ya sibe (8’ê çile) ya di 3’yemîn salvegera anîna xwarê ya balafira Ukrayna ya ji aliyê artêşa Îranê ve ku têde 186 kesan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan Îranî bûn.   Lewma biryare ku îro û sibe li Îranê çalakiyên nerazîbûnê pêk werin û kesên jiyana xwe ji dest dane werin bîranîn.   Gelek xwendekraên zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên sibe anîne ziman.   Dewleta Îranê danê siharê xwepêşanderên bi navê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî, bi hinceta tevlî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî, bûne bidarve kirine. Hejmara kesên hatine bidarvekirin gihişte 4 kesî. Dewleta Îranê heya niha Muhsîn Şikarî, Mecîd Riza Rehnewerd bidarve kiribûn. Di vê serhildanê de heta niha zêdetirî 500 kes hatine kuştin û nêzî 20 hezar kes jî hatine girtin.