'Jin bi hev re xurt in wê tundiyê teşhîr bikin' 2023-01-07 09:04:17     ÎZMÎR - Ji Jin bi hev re xurt in Dîdar Gul, diyar kir ku wê tundiya mêr û dewleta mêr a ku vê tundiyê li kolanan rewa dikin, teşhîr bikin.   Rûniştina doza êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê pêk hatibû û Denîz Poyraz hatibû qetilkirin û gumanbar Onur Gencer dihat darizandin 27’ê Kanûna 2022’yan de hat dîtin. Jin bi hev re xurt in (KBG) ya Îzmîrê bi armanca biryara der barê gumanbar de hatiye dayîn protesto bikin û gumanbarên din teşhîr bike çalakî pêk anîn û di çalakiyê de polîsan astengî derxistibûn, hewl dabûn jinan binçav bikin. Piştî çalakiyê Dîdar Gul bi îşkenceyê hat binçavkirin. Dîdar piştî îfadeyê hat berdan.   Dîdarê der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir. Dîdarê got wek Jin bi hev re xurt in li dijî tundiya mêr her tim tên gel hev û wiha dirêjî dayê: “Yek cureyek tundiyê tune ye. Jiyana jinan, LGBTÎ’yan bi tundiyê hatiye dorpêçkirin. Em jin li dijî her cureyê tundiyê têdikoşin. Em Jin bi hev re xurt in hem li dijî tundiya mêr, hem li dijî tundiya dewleta mêr têdikoşin. Li hember tevgera jinên Kurd û jinan binçavkirin û girtin pêk tên. Rojnamegerên jin tên girtin û binçavkirin. Me dît ku Denîz Poyraz hat qetilkirin. Kujer şandin avahiya HDP’ê û li wir Denîz qetil kir. Lê gumanbar di encama psîkopatiyê de neçû wir. Plankirî çû wir.   ‘Teşhîrkirina tundiyê girîng e’   Dîdarê diyar kir ku di pêvajoya doza Denîz Poyraz de dadgehê rastî veşartine û wiha bi lêv kir: “Ji ber vê me xwest em çalakiyekê pêk bînin. Me tundiya mêr li wir baş dît. Teşhîrkirina vê jî tehemula wan dide zorê û bi tundiyê êrîş dikin. Me piştî dadgehê xwest dakevin kolanan û dengê Denîzê bidin bihîstin. Ewil em dorpêç kirin, wesayîtên binçavkirinê anîn. Piştre derî vekirin û dest jê berdan. Wan bi vê peyamek dan me û gotin em ê we yek bi yek bigirin. Me jî got em li vir in û em bêdeng namînin. Ji ber vê jî em dibêjin teşhîrkirina tundiyê gelek girîng e.”   ‘Me got berpirs hûn in’   Dîdarê destnîşan kir ku di çalakiyê de gotine ku di vê komkujiyê de Wezareta Karê Hundir berpirs e û wiha daxuyand: “Li ser vê polîsan astengî derxistin. Li ku destdirêjî û kuştinek jinê hebe wêneyê gumanbar bi wezîrê karê hundir re dertê holê. Di vir de rêxistinbûyinek sûc heye. me got di vê komkujiyê de jî berpirsyariya wezareta karê hundir heye.  Denîz jinek Kurd ya li dijî tundya dewleta mêr têdikoşîn dida bû. Denîz hevala me ya têkoşînê bû. Ji ber vê qetilkirina Denîzê di cihekî girîng de cih digire. Em natisin, em bêdeng namînin û serî natewînin. Em ê bi vî awayî her tim li kolanan bin.”