Li Amedê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî daxuyanî 2023-01-06 16:15:04   AMED – MEBYA-DER’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ligel astenga polîsan li kolana herî çalek ya navçeya Rezanê daxûyanî da.   Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li  Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li dijî bikaranîna çekên kîmyawî li çaryana navçeya Rêzana Amedê daxûyanî da çapemeniyê. Bi sedan polîs û maşîneyên zirxî qada daxuyaniyê kirin bin dorpêçê. Ligel astengî û girseya polîsan bi beşdarbûna endamên MEBYA-DER’ê, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Atasoy, Zeyad Ceylan, parlementera HDP’ê Remziye Tosun, MED-DER û gelek kesan re daxuyanî hat dayîn.   Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almaz metna daxuyaniyê xwend.   ‘Bêdengiya heyî îdayên bikaranîna çekên kimyevî piştrast dike’   Yuksel diyar kir ku di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de îdayên mezin li holê ne. Dîmenên van îdayan piştrast dikin jî bi raya giştî re hatibûn parvekirin. Yuksel wiha pêde çû: “Rûxmê ku ev îda têne piştrastkirin jî rayedarên Tirkiyê di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke sererast nekirin yan jî lêkolîneke zanyarî nedan destpêkirin. Ev bêdengî jî rastiya îdayê bêhtir bi hêz dike. Pirsgirêka bikaranîna çekên kîmyewî yek ji mijarên herî zêde li cîhanê tê nîqaşkirin e. Qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî yekem car bi protokola Cenevreyê ya di 17ê Hezîrana 1925'an de, ‘Protokola li ser qedexekirina bikaranîna gazên xeniqîn, jehrî û yên din û rêbazên bakterîolojîk di şer de" hate naskirin. Tirkiye ji roja qebûlkirina vê protokolê heta niha bûye aliyek. Tevî protokola Cenevreyê jî di şer û pevçûnên çekdarî de pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî nehat girtin. Ev mijar piştî nîqaşên dûr û dirêj, di sala 1993’an de li Neteweyên Yekbûyî gihişte peymanekê. Tirkiye di 29'ê Nîsana 1997'an de ev peymana ku bi navê peymana qedexekirina pêşxistin, hilberandin, embarkirin û bikaranîna çekên kîmyewî tê binavkirin, xist meriyetê.”   ‘Divê were lêkolînkirin’   Yukselê wiha berdewam kir: “Tirkiye bi vê yekê jî razî nebû û bi heman navî di 14.12.2006'an de qanûnek taybet bi hejmara 5564 derxist. Ji xeynî vê madeya kîmyewî di Qanûna Cezayê ya Tirkiyê de weke çek hatiye pênasekirin û sûcên ku bi vê çekê tên kirin weke sûcên bi kalîte tên dîtin. Girîngiya îdiayên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de divê li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya mafdar ve li ber çavan bê girtin û lêkolîn bê kirin. Her wiha divê Tirkiye weke welatekî ku erkên navneteweyî li xwe digire, mekanîzmayên xwe yên kontrolkirina hundir jî aktîf bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev îdia ancax bi tevgerên bi vî rengî dikarin bên encamdan.”   ‘Divê herkes erka xwe pêk bîne’   Yukselê bi van gotinan dawsî li axaftina xwe anî: “Bikaranîna çekên kîmyewî ku tê îdiakirin li derveyî sînorên Tirkiyeyê pêk tê û sûcê mirovahiyê tê dîtin, mijareke cidî ye û divê cidî bê destgirtin. Bêyî lêkolîna cihê bûyerê, otopsî û rêbazên din ên berhevkirina delîlan (Protokola Otopsiya Minnesota ya Neteweyên Yekbûyî) gotina wezareteke ku ketiye bin şik û gumanan, "Tiştekî wiha tune ye, ev derew e" wek mutleq nayê qebûlkirin. rastî. Nexwe dê Peymana Navnetewî û Qanûna jimara 5564 ne girîng be. Ji ber vê yekê di rewşên wiha de divê saziyên dadwerî û mekanîzmayên kontrolkirina îdarî û siyasî erka xwe pêk bînin. Tenê wê demê dikare rastî derkeve holê.”