NûJINHA du salî ye: Em dinivîsin û zêde dibin 2023-01-06 13:48:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana Ajansa NûJINHA'yê Suham Akman sala duyemîn a damezrandina NûJINHA'yê ku dengê jinan li Kurdistan û cîhanê bi taybetî jî yê jinên Rojhilata Navîn e nirxand û got, "Me nivîsand ku xewnên xwe pêk bînin. Em dinivîsin û zêde dibin."   NûJINHA ku di 6'ê Çileya 2021'ê de bi dirûşma "NûJINHA, dengê jinan ji duh heta sibê..." dest bi weşana xwe kir, bi taybetî li Rojhilata Navîn dengê jinan digihîne cîhanê. NûJINHA bi berdewamî ronîkirina berxwedana jinên ku di her qadên jiyanê de têdikoşin, bi nûçe û rêzenivîsên xwe yên li dijî qalib û zimanê zayendperest bi xwendevanên xwe re tên gel hev. NûJINHA ku ji roja damezrandina xwe heta niha ne tenê ji Rojhilata Navîn, ji deverên cuda yên cîhanê jî bûye dengê jinan, bi Erebî, Farisî, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî weşanê dike.   Yek ji nûçegihanên ajansa ku bi pêşengiya Weqfa Çanda Çapemeniya Jinê ya li Swêdê hatiye avakirin Suham Akman, derbarê armanca damezrandina NûJINHA'yê de nirxandinan kir.   'Em çareseriyên hevpar ên jinan dinivîsin'   Suham da zanîn ku weke jin ji dîrokê heta îro bi xeyal û hêviyên mezin derketine rê û wiha got: "Ji ber ku em bi hevgirtinê di vê rêya dijwar a ku îro dest pê kir de bi pêş ve diçin.  Ev rêya ku em jê re dibêjin 'zehmet' bi awayekî paralel bi têkoşîn û berxwedanê mezin bûye. Me ji xwe pirsî gelo emê bikaribin bi ser bikievin. Lê em bi ser ketin.  Lê her çend em hatin perçiqandin û çewisandin jî, ji bo me xewnek mezin bû ku em hewl bidin ku dengê jinên Rojhilata Navîn di çarçoveyekê de bigihînin hev, ji bo vê bixebitin û zemînekê jê re çêbikin. Li şûna ku em xewnên xwe bavêjin ezmanan, me nivîsand ku wan pêk bînin û em îro bi nivîsandinê zêde dibin. Em li ser derdên xwe, carna xemên xwe, carna jî hêrsa xwe, lê bi piranî çarenivîsên jinan yên hevpar dinivîsin. Em bi zimanên tirkî, erebî, îngilîzî û farisî, ji bilî soranca û kurmancî, du zaravayên kurdî yên ku hêsan tên axaftin, weşana xwe dikin, lê em bi jinên welatên ku ev ziman lê tên axaftin re hevdîtin pêk tînin û em tînin ziman. jinên erdnîgariyên ku ev ziman lê tên axaftin bi nûçeyên xwe tînin gel hev."   'Em dikarin li her derê dengê xwe bilind bikin'   Suham bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan, her çend li parzemînên cuda be jî û wiha got: "Em jinên erdnîgariya ku di dîrokê de yekem car bi destê jinan  avabûye, em ê di sedsala 21'an de şad bibin.. Jin li hemû cîhanê heman qîrîn, êş û îşkenceyê dibînin. Hêrs, xemgînî, berxwedan û ken tune ye. Lê pêdiviya jinê hevgirtina jinan heye. Em ji bo vê belkî dilopek di deryayê de ne û haya me jê heye. Lê dîsa jî em dikarin li her derê dengê xwe bilind bikin."   'Em olana dengê jinên rêxisitnkirî ne'    Sûham destnîşan kir ku weke NuJINHA dê berxwedana jinan bilind bikin û dengê wan bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dengê jinên ku tundiyê dibînin êdî dîwar û sînor derbas kiriy. Girîng e ku em fersendên serdema gerdûnî ya ku em tê de dijîn, bi pêşkeftina şoreşgerî ya jinên Rojhilata Navîn re bigihînin hev. Ji bo ku em wekî NûJINHA bibin dengê jinên li xaka Kurdistanê yên ji Tûnis, Afganîstan, Fars, Belûç, Hazare û jinên Siûdî yên ji van herêman, bibin dengê jinên Îranî û Rojhilatî ku bi gotina 'Jin, jiyan, azadî' berxwedanê bilind dikin. Em ê bibin olana dengê jinên rêxistinkirî."