Li Mexmûrê li dijî tecrîdê nobet: Nebûna Rêbertî nebûna Gelê Kurd e 2023-01-06 09:02:58   Rojda Aydin   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê li Mexmûrê hatî destpêkirin 27 roj in didome. Mamoste Sozan Bîlen diyar kir ku CPT û dewletên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdeng in û got: "Divê bê zanîn ku dilê Gelê Kurd ji bo Rêbertî lê dide." Mamoste Qiymet Kilinç jî wiha axivî: "Mifteya çareseriyê bi azadiya Rêbertiyê ve girêdayî ye."    Tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe. Li dijî tecrîdê li Bakur û li Başûr çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di 11’ê kanûna 2022’yan de çalakiya nobetê dan destpêkirin. Çalakiya ku 27 roj in berdewam dike her roj komek dewr digire.    Mamosteyên Weqfa  Jinê ya Mamosteyên Pêşdibistanê Sozan Bîlen û Qiymet Kilinç, têkildarî çalakiyê ji ajansa me re axivîn.     ‘Dilê vê gelê ji bo Rêbertî lê dide'   Sozan Bîlen, destnîşan kir ku nêzî du sal in bi tu şêweyî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Du sal in tecrîdek giran li ser Rêbertiyê tê meşandin. Ev tecrîd ne bi tenê li ser Rêbertiyê ye, di şexsê wî de li ser tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Ev tecrîd taybetî li hember jinan tê meşandin. Ji ber ku ya herî zêde fikrê Rêbertiyê dipejirîne û belav dike jin e. Ji ber vê yekê jî hertim qirkirin di şexsê Rêbertiyê de li ser jinan tê kirin. 10 sal li ser qetilkirina heval Sara wan re derbas bû. Carekedin li Parîsê sê hevalên me şehîd ketin. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Rêbertî ne bi tenê pêşengê Gelê Kurd e, pêşengekî navneteweyî ye. Dijmin bi vê nêzîkatiyê dixwaze Rêbertî û gel ji hev cûda bike. Lê belê ew çi dikin bila bikin nikarin vê tiştê pêk bînin. Ji ber ku fikr û ramanê Rêbertî, felsefe û îdelojiya wî di nava gel de belav bûye û bi pergal bûye. Ji ber vê yekê dê tu carî ew ê nekaribin bigihîjin armanca xwe. Gel hertim bi Rêbertiyê re girêdayî ye. Hem di aliyê mêjî û hem jî di her aliyê de li cem Rêbertiyê ne. Dilê vê gelê ji bo Rêbertî lê dide. Hikûmet çi astengî derbixe jî gel her daîm li cem Rêberê xwe ye.”   ‘CPT û dewletên navnetweyî bêdeng in’   Sozan, diyar kir ku taybetî du salên dawiyê de li her derê cihanê Gelê Kurd rabûye li ser piyan û di nava çalakiyan de ne. Sozan, bal kişand ser çalakiya nobeta ku li Wargeha Mexmûrê hatiye destpêkirin û wiha domand: “Armanca çalakiya me ew e ku em bikaribin dengê xwe bikaribin bigihînin tevahî cihanê û kesên peywendidar ku bikaribi tiştekî bikin. Ji bo hevdîtina bi Rêbertiyê re û tecrîda li ser Rêbertiyê bê şikandin û hevdîtin bên kirin me dest bi vê çalakiyê kir. Heta ku tecrîda li ser Rêber berdewam bike dê çalakiyên me jî bidomin. CPT û dewletên navneteweyî jî peywira xwe bi cih naynin. Qaşo dibêjin ew welatên azadîxwaz in û alîgirê demokrasiye ne. Lê belê hertim bûne sedema pirsgirêkan. Bûye sedema şer di nava gel û welatan de. Dema ku mesele dibe kurd hertim sê meymûnan dilêyzin. Hertim dibêjin em ê tiştekî bikin. Lê belê ev gotin bi tenê di axaftinê de dibînin. Tiştên ku bikin nîne. Her carê hincetek nîşan didin. Ew dikarin tiştekî bikin lê belê nakin.”   'Nebûna Rêbertî nebûna Gelê Kurd e’   Sozan, bi lêv kir ku di dîrokê de gelek pêşengên kurd li dijî neheqî, zilm û zordariyê serî rakirine û wiha pê de çû: “Lê belê dijmin hertim xwestiye Gelê Kurd, nasname û civaka wê tune bike. Legel hemû êrişan Gelê Kurd hebûna xwe daye domandin. Îro jî di şexsê Rêbertiyê de hebûna Gelê Kurd, nasname û civaka wî ji holê rake. Dixwazin fikr û felsefeya Serokatî ji holê rakin. Banga me ji Gelê Kurd ew e ku hertim di nava çalakiyan de bin. Her wiha îro li çiyayên azad çekem kîmyewî tên bikaranîn û gerîla li ber xwe didin. Gerîla ji bo gel, nasname û welatê xwe li ber xwe didin. Divê Gelê Kurd jî bi wê rihê rabin li ser piyan. Tecrîda li ser Rêbertî li ser Gelê Kurd e. Divê Gelê Kurd di wê zanebûna tecrîdê de bin. Nebûna Rêbertî nebûna Gelê Kurd e. Ji ber vê divê gelê me hemû rabin li ser piyan. Taybetî jî divê jin di nav berxwedan û têkoşînê de bin. Em çi dikin jî ew vê tiştê nakin. Ji ber vê em tiştekî wisa bikin ku tecrîdê bişkînin. Lewra jî çi ji destên me tê em ê bikin. Li her qadê em çalakiyên xwe bimeşînin. Ew ji bo berjewendiyên xwe hiqûqa xwe jî binpê dike. Em çalakiyên wer li dar bixin ku vê neheqiyê raxin ber çavên hemû cihanê. Hem li wargehê û hem jî ev du sal in çalaki tên lidarxistin. Heta em bigihîjin armanca xwe dê çalakiyên me cur bi cur dê bidome.”   ‘Gelê Kurd bi yek rihê têkoşîna xwe mezin bikin’   Sozan, dawiya axaftina xwe de got di sala 2022’yan de bedelên gelek giranbûha hatine dayîn û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê yekê re tecrîdek giran jî li ser Rêbertî hat meşandin. Rêbertî ji bo pergala serdest asteng e. Ji ber vê yekê jî ew di destpêkê de dixwazin Rêbertî ji holê rakin. Bi vê awayî dixwazin hem xwezaya kurd û çanda kurd qir bikin û ji holê rabikin. Ew dixwazin pergala xwe pêk bînin. Lê belê Rêbertî ji wan re asteng e. Hem gelê me û hem jî xwezaya me di komkujiyan de derbas dibe. Ji aliyekî ve jî jin tên qetilkirin. Ji ber vê yekê jî di vê sala nû de divê hem jin û hem jî gel têkoşîna xwe bilind bike. Çalakiyên ku îro ji bo şikandina tecrîdê tên kirin kem in. Divê çalakî xûrt bikin. Hem ji bo azadiya Rêbertî bi awayek fîzîkî mîsoger bikin, hem tecrîdê bişkînin û hem ji bo gelê xwe em têkoşînê mezin bikin. Ji dîrokê heta niha kesên ku pêşengiyê kirine û serê xwe rakirine xwestine tune bikin. Di şexsê Rêbertiyê de dixwazin vê tiştê bikin. Bi Rêbertiyê ve dixwazin nasname, hebûn û vîna Gelê Kurd jî tune bikin. Gelê Kurd bi rehekî têkoşîna xwe mezin bikin. Çalakiyên me heta dawiyê bidome.”   ‘Mifteya çareseriyê bi azadiya Rêbertiyê re girêdayî ye’   Qiymet Kilinç jî destnîşan kir ku li dijî tecrîda girankirî û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li wargehê dest bi çalakiya nobetê kirine û wiha axivî: “Wekî ku tê zanîn li ser Rêbertiyê tecrîdek giran tê meşandin. Armanca me ya sereke ya vê nobetê ew e ku tecrîdê bişkînin û Rêbertiyê bigihînin azadiya wî ya fîzîkî. Bi salane bi koployeke konsepta tunekirinê re rû bi rû ye. Bi tu şêweyî agahî jê nayê girtin. Ev nêzî du sal in jî tu agahî nayê girtin. Ji ber vê yekê hêviya Gelê Kurd û kesên azadîxwaz ew e ku hevdîtin bên kirin. Dewletên navneteweyî û CPT ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, dema mijar dibe Gelê Kurd û Rêberê Kurd hemû ker û lal dibin. Bêmafiya ku li hemberî Gelê Kurd û Rêberê wan tê kirin, weke bimaf ji bo wan tê dîtin. Ji ber vê yekê jî me biryar girt heta ji Rêbertiyê agahiyek bê girtin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Mifteya çareseriya pirsgirêk û şerê li Rojhilata Navîn ku tê meşandin bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye. Heta ku Rêbertî azad nebe û bi awayek fîzîkî di nav xwe de nebînin dê şerê li Rojhilata Navîn de tê jiyîn jî bi dawî nebe. Ji ber ku li Rojhilata Navîn şerê ku tê meşandin dewletên dinê ji bo berjewendiyên xwe naxwazin pirsgirêkên heyî bên çareserkirin.”   ‘Heta tecrîd neşikê em ê nesekinin’   Qiymet, da xuyand ku bi girankirina tecrîdê ve hikûmet dixwaze Abdullah Ocalan ji civakê û gel dûr bixe û ev tiştan anî ziman: “Lê bila ew jî baş bizanibin ku fikr, raman û felsefeya Rêber Apo ketiye nav xwîna Gelê Kurd û kesên azadî xwaz. Kes nikare me ji Rêber dûr bixe. Armanca vê tecrîdê ew e ku me fêrê tunekirina Serokatî bikin. Bi vê şêweyî jiyana me li gorî xwe şekil bidinê û kurdan asîmîle bikin. Wek Gelê Kurd heta Rêber Apo bi fîzîkî nav xwe de nebînin, pirsgirêkên ku îro em dijîn bi tu şêweyî nayê çareserkirin. Rêbertî ji bo hemû gelan xeta sor e. Bi tu şêweyî em fêrê tunebûna wî nabin. Bi fikr, raman û felsefeya wî jiyana xwe bidomînin û em ê hewl bidin Rêberê xwe azad bikin. Armanca vê çalakî hemû çalakiyên me ew e ku ji bo Rêber Apo dê Gelê Kurd hertim li ser piyan be. Heta em agahiyek zelal ji Rêbertiya xwe negirin û nav xwe de nebînin tu şêweyî em ê çalakiyên xwe nedin sekinandin.”   ‘Mafê xwe û erka xwe xwedî derbikevin’   Qiymet, bang li Gelê Kurd kurd kir ku li dijî tecrîda girankirî bêdeng nebînin û dawî li axaftina xwe anî: “Jinên ku xilasbûna xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin divê bi tu şêweyî di cihê xwe de nesekinin. Ji bo azadkirina Rêber Apo di nav hewldan û çalakiyan de bin. Lewra jî azadiya Rêber azadiya jinê, civakê û netewên bindest ên hemûyan e. Banga me ji hemû cihanê ew e ku erka xwe xwedî derbikevin. Yên ku dibêjin em mafê mirovan dixwazin û diparêzin wek CPT û dewletên navneteweyî bila ne li gor berjewendiyên xwe tevnegerin. Mafên ku ji bo hemû mirovahiyê hatiye dayîn bila ji bo Rêberiya me jî ew maf derbas bibe. Mafê xwe û erka xwe xwedî derbikevin. Bi tu şêweyî bê Rêbertî jiyanek napejirin.”