Li Îzmîrê ji bo Gulîstan Doku çalakî 2023-01-05 21:45:57     ÎZMÎR - Pîrebokên Kampusê di sêyemîn salvegera windakirina Gulîstan Doku de derketin kolanê û banga darizandina gumanbar Zaînal Abarakov kirin û wiha gotin: “Yên Peymana Stenbolê rakirin ji windabûnan berpirsin.”    Li Kuçukpark a navçeya Bornovayê, bi boneya sala 3’an a windabûna Gulistan Doku meşek hat lidarxistin. Di meşê de dovîzên “Faîl Zaînal Abarakov bila bê darizandin” û “3 sal in Gulistan Dokû nayê dîtin” hatin hildan û dirûşmeyên “Gulistan Doku li ku ye?”, “Ne edaleta mêr, edaleta rast” hatin berzkirin” hatin berzkirin.  Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û li ser navê jinan Sena Tekîn axivî.    ‘Tevî delîlan gumanbar nayên girtin’   Senayê da zanîn ku Gulîstan herî dawî bi Zaînal Abarakov re tê gel hev û wiha anî ziman: “Tevî ku herî dawî Zaînal Gulîstanê dibîne û derb dike û li wesayîtê dike hîna nehatiye girtin.Ev hezar û 97 roje ji bo Gulîstanê xebatek bi bandor nehatiye kirin. kesên sûcdar tevî hemû delîlan nayên girtin. Daraza mêr gumanbaran ceza nakin. Wek Gulîstanê gumanbarê gelek jinan tên xelatkirin an jî qet ceza nagirin. Yên ku Peymana Stenbolê rakirin ji van windakirinan berpirsin.”