Li dijî qetilkirinê jinan gotin: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin 2023-01-05 14:09:20     AMED - TJA’yê ji bo jinên ku hatine qetilkirin daxuyanî da û anî ziman ku têkoşîn û raperîna jinê li her derê mezin bûye û got ew ê têkoşîna xwe bilind bikin.      Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo balê bikişînin ser qetilkirina jinan li Qada Şêx Saîd daxuyanî da. Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û saziyên sivîl ên rêxistinê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn di zilma xwe de bifetisin, em ê li berxwe bidin û şoreşa azadiyê bi ser bixin” hat vekirin. Her wiha dowîzên “Ne edaleta mêr a rast”, “jin jiyan azadî”, “Hûn ê bi tenê nemeşin” û “Em ne di şînê de di raperînê de ne” hatin bilindkirin.   ‘Em ê raperîna xwe bilind bikin’   Di destpêkê de Seroka Komeleya Rosayê Adalet Kaya axaftinek kurt kir. Adalet, anî ziman ku li hemû cihanê û Rojhilata Navîn qetilkirina li ser jinan gelek zêde bûye û got: “Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin ku li dijî dîkdatoran em li berxwe didin. Em raperîna jinê ku îro li Kurdistan û Îranê mezin bûye slav dikin. Li aliyekî ku jin tên qetilkirin li aliyekî dinê jî raperîna jinê li pişt xwe şop hişt. Em şopdarên wan in. Dîkdator jî bi qetilkirin, binçavkirin û girtinê nikarin bidin sekinandin û xilas bikin. Raperîna jinê pêşengiya têkoşîna jinê dike. Li dijî polîtîkayên tunekirinê em îro hatine cem hevdu ji bo raperîna xwe bilind bikin.”     Piştre li ser navê jinan daxuyanî rêvebira MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag xwend.   ‘Kobanê ji jinên dinyayê re bû îlham’   Safiye, anî ziman ku dengê jinan ên li dinyayê bilind dibe dengê şoreşê ye û li Rojhilata Navîn hemû avakarên mêr ên olê,  îstîsmar dikin herî pêş berê xwe dane destkeftiyên jinan. Safiye, bi lêv kir ku DAÎŞ’ê bi awayekî hov ku bi pêkanînên dijminahiya jinan li hemû dinyayê tirsa xwe belav kiriye û bi êrîşa li ser Şengalê jinên Kurd kir kole û di bazaran de hatiye firotin bi van dîmenên tirsnak xofa xwe afirandiye. Safiye, got: “Li hemberî DAÎŞ’ê di Kobanê de bi têkoşîneke bêhempa Arîn Mîrkan, Hevrîn Xelef û bi sedan jinên berxwedêr bi dirûşma jin jiyan azadî jiyana xwe feda kirin û nîşan dan ku berxwedan dibe serkeftinê.  Şoreşa berxwedana Kobanê ji jinên dinyayê re bû îlham.”   ‘Zimanê şoreşê zimanê jinan e’   Safiye, bal kişand ser raperîna Îranê û ev tişt anî ziman: “Li Îranê di sala 1979’an de bi hêviya ku ew ê pergal biguhere Şoreşa Humeynî dest pê kir û ev şoreş vegeriya şoreşeke Îslamî û berî her tiştî  berê xwe da destkeftiyên jinan. Jinan di Rojhilata ku rêgezên şerîatê derbasdar bûn de bi hişmendiya tarî ya serdema navîn re têkoşîn kirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî serî hildan û bi qêrîn gotin êdî ew ê rêgezên şerîatê qebûl nekin. Li Afganîstanê çawa Talîban bû pêşeng ewilî  wekî Îranê êrîşî destkeftî û mafên jinan kir. Talîban navê Wezareta Karên Jinan guhert. Divê ji hêla hemû dinyayê ve xwedî li berxwedana jinên Afganîstan û Îranê were derketin. Zimanê şoreşê zimanê jinan e. Li hemberî faşîzm û nijadperestiyê jin ji hemû civakê re pêşengtiyê dikin.”   ‘Dijminatiya jinan dikin’   Safiye, bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha got: “Ji ber vê yekê ye niha li Tirkiyeyê di rojên ku nîqaşên makezagonê  tên kirin de Peymana Stenbolê di şevekê de ji hêla mêrekî ve hat betalkirin û wekî qanûnî hat nîşandan em jin dikarin bibînin ku her biryar vediguhere çi. Em dizanin ku bêyî alikarî û nêrînên jinan û rêxistinên jinan her guherîn dijminahiya jinan dike û li ser jinan civakê hedef digire. Em wekî jinên Kurd li hemberî sirgûn, girtin û suîqestên ku li hember pêşengên me hatine destpêkirin, li vir in.”   ‘Sê hevalên me pêşengên civakê ne’   Safiye, destnîşan kir ku di dîrokê de li hemberî pergala mêrane ya paşverû ya faşîst e û dîroka têkoşîna wan e. Safiye, bal kişand ser sê jinên siyasetmedar ên ku di 4’ê Çileya 2016’an de li Silopiyê hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Sê jin sê rêhevalên me pêşengên tevgera jinan Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku bawer dikirin jiyaneke azad ancax bi rêveberiya xweser ew ê mimkun be 7 sal berê li Silopiyayê hatin qetilkirin.Wan ji me re di şertên herî giran de  wêrekiya berxwedanê nîşan dan. Desthilatdarî, pêşeng û rejimên dijminên jinan li her derê dinyayê jinên rêber û pêşeng hedef digirin û wan qetil dikin. 10 sal berê pêşengê têkoşîna jinan Sakîne Cansiz a ku hemû emrê xwe dabû têkoşîna li hemberî pergala kapîtalîst, parastina modela jiyaneke alternatif dikir û ji bo vê modelê ava bike hewl didan,  li Parîsê bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hat qetilkirin. Yên ku dibêjin hemû jiyana min şer e, şoreşa jinan diafirînin û nirxên ku afirandine mezintir in”   Komkûjiya Parîsê   Safiye, bi van gotinan berdewam kir: “Felsefeya dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi pêşengtiya jinên Kurd li hemû dinyayê belav bû. Pergalên mêrane yên tehemûla wan ji vê yekê re tune bû, li her derê bi dijminahiya jinan êrîş pêk anîn. Di 10’ê Cotmehê de edîtora kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Hewlêrê hat qetilkirin. Evîn Goyî ya li Rojava ku bi salan  li hemberî pergala kapîtalîst di avakirina jiyaneke alternatif de cih digirt û di şerên  DAÎŞ’ê de li jiyanê ma, lê bi du hevalên xwe re di êrîşa Parîsê de hat qetilkirin.   ‘Dirûşme li hemberî mêtîngerî û paşverûtiyê azadî ye’   Ev komkujî 7 sal in nehate  serwextkirin. Li ber çavên dinyayê em careke din hatin qetilkirin. Bêwestan û bênavber me pirsî. Îro jî 5’ê Çileyê ye û ji roja ku wenda bûye dîsa dipirisin. Gulîstan Doku li ku ye? Bi polîtikayên şer  hêzên mihraq, bi awayekî hatine gel hev,  bedenên jinan bedenên zarokan jî kirine obje û çanda tecawuzê kirine  ji rêzê. Xizanî tê mezinkirin, xizanî wekî polîtîka tê bikaranîn û civak tê pûçkirin. Em diqîrin Jin Jiyan Azadî; dirûşma me ya li hemberî mirin û polîtikayên şerê jiyan, li hemberî mêtîngerî û paşverûtiyê azadî ye. Em Dengê xwe bi jinên ku li malê, li kuçeyê, li kargehê tundî dibînin û rastî neheqiyê tên berz dikin. Dengê xwe bi jinên Îran, Belluc, Rojhilatî, Rojavayî û jinên Afgan re berz dikin. Em dengê xwe ji bo hemû rêhevalên xwe yên ku li hemberî newekheviyê bê tirs têdikoşin berz dikin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Jinan” hatin berzkirin bi dawî bû.