TJK-E: Em ê di 7'ê çileyê de li Parîsê kom bibin 2023-01-05 13:47:49     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê şoreşger û welatparêzên li Parîsê hatin qetilkirin bi daxuyaniyeke bi bîr anî û got:" Ji bo meşa 7'ê çileyê ya li Parîsê em bang dikin. Em deng û îradeya xwe bikin yek."   Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de hate gotin:   "Erdogan û rejîma wî ya faşîst tifaqa AKP-MHP ji bo têkçûna xwe ya leşkerî û siyasî binixumîne, ji bo karibe ji nava çiravê xilas bibe, careke din li Ewropayê polîtîkayên komkujiyê xiste dewrê. Di 23'yê kanûna 2022'yan de bi destê MÎT'ê li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrişeke nemerdane hate kirin û di encamê de hevalên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Di sala 10'an a komkujiya Parîsê de ku 9'ê Çileya 2013'yan de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilkirin, careke din qirkirin plan kir û xwest êrişî gelek hevalên me bikin.   Em hemû zanin ku dewleta Fransayê ji ber ku kujer û hêzên li pişt komkujiya destpêkê dernexist pêşberî dadgeriyê û bi rengekî eşkere mehkeme nekir, rê li ber komkujiya duyemîn vekir. Bi van êrişan re yên li ser sazî û komeleyên me, ku armanca xwe ya esasî parçekirina hêza rêxistinbûyî ya Tevgera Jinên Kurd e, xwestin ku têkoşîna bi biryar a Gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd biqedînin. Deskeftiyên ku li çar parçeyên Kurdistanê bi berdêl û têkoşîneke mezin hatin bidestxistin, hêzên serwer û emperyalîst aciz dikin. Têkoşîna hevrêyên me Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Arîn Mîrkan, Denîz Poyraz, Sêvê, Sakîne û gelek hevrêyên me ku navê wan bi jimartinê naqede, li ber felsefeya Rêber Apo bi qîrîna 'Jin, Jiyan, Azadî' gerdûnî bû û veguherî kabûsa hêzên faşîst.   Gelê Kurd çawa ku li hemberî polîtîkayên qirkirin û komkujiyê bi salan e bi xweparastinê li her derê têkoşiya, îro jî li Ewropayê li hemberî modernîteya kapîtalîst wê têkoşîna me dewam bike. Gelê me ku bi salan e li ber xwe dide, li qadan e, bi helwesta xwe ya piştî vê êrîşa dawî careke din nîşan da ku wê dest ji têkoşînê û destketiyan bernede. Jinên me wê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hesabê hemû komkujiyan bipirsin.   Lewma di 7'ê Çileyê de em ê li Parîsê ji bo bîranîna Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Fîdan Dogan û Şehîd Leyla Şaylemez meşekê lidar bixin û ji bo dawî li şerma 10 salan bîne û piştperdeya komkujiyê eşkere bike, em ê berpirsyariyên dewleta Fransayê li bîra wan bixin. Mîna her salê ji bo meşa îsal jî em bang li girseya xwe bi taybetî jinan û dostên xwe dikin ku li Parîsê tevlî çalakiyê bibin. Em bi hev re deng û îradeya xwe bikin yek û biryardariya xwe ya ji bo edaletê bi dilekî biqîrin."