Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn 2023-01-05 13:10:32     ÎZMÎR - Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir, hat birîn   Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê di 17’ê hezîrana 2021’ê de Onûr Gencer êrişa çekdarî lê pêk anîbû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Doza derbarê Onûr de ku di danişînê de gotinên bigef û heqaret li dadger kiriye, hatibû vekirin bi encam bû. Kujer Onûr di danişîna doza Denîz Poyraz a di 29’ê nîsana 2022’yan de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hatibû lidarxistin, gef li serokê dadgehê Cevdet Ekîzoglû xwaribû û heqaret lê kiribû.    Kujer Onûr ji dadger re gotibû, “... Hinek din kubar bi min re biaxive, nexwe wê teqawîdiya te bi rehetî neyê… Tu yê bi min re xweşik biaxivî. Birêz serok Cevdet min aciz neke… Efendî be Cevdet.” Li ser van gotinan dadgehê doza “gef û heqaret li wezîfedarê cemaeriyê xwariye û kiriye” vekiribû. Danişîna ewila a vê dozê di 22’yê kanûna 2022’yan de hat lidarxistin.    Onûr bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û di danişînê de gotiye ku ew ji ber gotinên xwe ne poşman e.    Dozger mutalaya xwe eşkere kir û xwest ji ber sûcdariya navborî Onûr bê cezakirin.    Dadger piştre biryara xwe eşkere kir û ji sûcê “heqaret û gefa li dijî wezîfedarê cemaweriyê” 3 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujer Onûr  birî.