'Emîne pakrewana her çar parçeyên Kurdistanê ye' 2023-01-05 11:53:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Xaleta Emîne Kara Zeyneb Kara, di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê de axivî û got: "Ji bo her çar parçeyê Kurdistanê Evîn şehîd bû. Evîn 60’emîn şehîdê malbatê ye."   Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin, îro li başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê tên oxirkirin.   Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê gihîşte Silêmaniyê. Xaleta Emîne Zeyneb Kara di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê de axivî û spasiya her kesê ku tevlî oxirkirina cenazeyê Emîne û xwedî lêderketine û xelkê Silêmaniyê kir û xêrhatina kesên pêşwazîkirina cenaze dikin, kir.   Axaftina Zeyneb Kara a li merasîmê wiha ye: “Şehîdbûna Evîn li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Ji ber ku ew ji bo her çar parçeyê Kurdistanê şehîd bû. Bila ev şehîdê Kurdistanê yê dawiyê be. Serê hemû zarokên kurdan sax be û xwîna ti kesê nerije.   Şehîdbûna Evîn bibe şikestina dijminê gelê Kurd û Evîn ne yekem şehîdê malbatê ye û heta niha ji malbatê 60 kes ji bo her çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne."   Piştî axaftina Zeyneb Kara, cenazeyê Şehîd Evîn Goyî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate oxirkirin.