Li dijî tundiya mêr lêgerîna edaletê 2023-01-05 09:07:25   Zelal Tunç   WAN - Sitya Beyter ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve 36 salan tundiya sîstematîk dît. Sitya bi dehan carî gilî kir lê bi dehan carê ev yek bi neşopandinê bi encam bû. Lê wê dest ji têkoşîna xwe berneda. Li gumanbar doza hewldana qetilkirinê hat vekirin û li gumanbar 15 sal ceza hat birîn. Sitya diyar kir ku li dijî tundiya mêr dest ji têkoşînê bernedin.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya li hember jinan bi awayên cuda didomin. Jin jî li dijî tundiya mêr li her qadê bertekên xwe nîşan didin. Bi berxwedana jinan û bertekên rayagiştî re li gumanbaran kêm be jî ceza tên birîn. Yek ji kesên bi encama têkoşîna jinê hat cezakirin Faruk Beyter e.   Faruk Beyter 36 salan tundiya sîstematîk li Sitya Beyter kir û herî dawî hewl da qetil bike. Li gumabar ji sûcên ‘hewldana qetilkirina hevjîn’, ‘birîndarkirina bi çekê ’ doz hat vekirin. Doz li Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê di 28’ê Kanûna 2022’yan de hat dîtin. Dadgehê 15 sal ceza da gumanbar.   Sitya ku di lêgerîna edaletê de piştgiriyek mezin a zarokên xwe girt tiştên jiya ji ajansa me re vegot.   Tundiya sîstematîk pêk anî   Sitya destnîşan dike ku di 19 saliya xwe de wek berdêl bi Faruk Beyter re dizewice û ji rojên ewil ên zewacê de tundiyê dest pê kiriye û wiha got: “Malbata gumanbar jî tundî li min kir. Bavê wî jî tundî li min kir. Bavê wî derb li serê min xist û ji wê demê de serê min diêşe. Ewil em bi malbatê re dijiyan. Ji ber tundiya malbata wî Faruk Beyter derket derveyî bajar. Min jî zarokên xwe girt û li taxê li komirxaneya dibistanê bi cih bûm. Piştre ji ber debarê dîsa çûm cem malbatê. Ji neçariyê ji ber jinbira min xwişka hevjînê min bû min dengê xwe nekir û neçar mam vegerim malê.”   Her gilîkirin bê encam ma   Sityayê da zanîn her gilîkirin bê encam maye û wiha dirêjî dayê: “7 Zarokên min hene. Yê herî biçûk niha 15 salî ye. Ji ber tundiyê min 6 caran serî li dozgeriyê da. Raporên min ên lêdanê hene. Li çenga min xesar heye. Tevî vê gilîkirina min bê encam dima. Malbat diket navberê. Ez neçar dimam vegerim malê. Lê tundiya wî zirarek mezin li min kir. Diranên min piranî şikestin. Digot neaxive, bêdeng be, ez tehdîd dikirim. Ne tenê ez, zarokên min jî tundî didîtin. Tiştên ez jiyame bi salan jî bêjim naqedin.”   ‘Bila bê girtin’   Sityayê destnîşan kir ku gumanbar ewil hatiye girtin piştre hatiye berdan û bi hewldana parêzeran biryara kelepçeya elektronîk derketiye û got: “Lê min dest ji lêgerîna edaletê berneda. Keçên min piştgiriyek mezin dan min. Di rûniştina 28’ê Kanûnê de 15 sal ceza danê. Tevî vê gumanbar nehatiye girtin. Gumanbar heta ber derê me tê û divê demildest bê girtin. Ez bang li jinan dikim. Bila netirsin, gilî bikin, têbikoşin. Cezayê hatiye dayîn ji bo gelek jinî bûye hêvî. Bila jin ji tundiyê xilas bibin.”