Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî çekên kîmyewî 2023-01-05 09:02:03     Dîlan Babat   ENQERE - Bertek û nerazîbûnên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê çend berdewam dike jî li hemberî bangên lêkolînkirinê jî bêdengiya navneteweyî serdest e.   Tirkiye li başurê Kurdistanê li hember Zap, Metîna û Avaşîn di 17’ê nîsanê de êriş da destpêkirin. Li gorî daneyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya ku di Ajansa Nûçeyên a ANF'ê de hatî ragihandin, Tirkiyê di 2022’yan de 3 hezar û 280 car bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexe êriş pêk anî, 301 HGP’î di êrişan de jiyana xwe ji dest dan 6 kes jî hatin girtin, 4 hezar û 527 caran bi balafirên şer, 5 hezar û 701 carî bi helîkopteran êriş pêk anîn û di êrişa bi çekên kîmyewî de jî 55 HPG’î jiyana xwe ji dest da.   Yekem welatê çekên kîmyewî bikaranî Almanyaye   Çekên kîmyewî yekem car ji aliyê Almanyayê ve hat bikaranîn. Almanyayê di 1915’an de li herêmên Bolîmow a Polonyayê li hember hêzên Rûs çekên kîmyewî bikar anî. Almanyayê piştre li hember Fransiyan gaza klor a jehrî bikaranîn. Di her du êrişan de bi hezaran leşker mirin.   100 hezar ton çekên kîmyewî bikar anî   Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) di 1917’an de li hember Almanyayê çekên kîmyewî yên bixwe çêkiribû bikaranî. Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Almanya, Fransa û Îngîlîstanê mîlyonek zêdetir kes mirin. Li gorî daneyên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di dema şer de nêzî 100 hezar ton çekên kîmyewî hatine bikaranîn û herî kêm 100 hezar kes mirine.   Di şerê Vîetnamê de hat bikaranîn   Di şerê Vîetnamê ku di 1955’an de dest pê kir û 20 salan berdewam kir de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Çekên kîmyewî zirarek mezin da zindiyan û ekolojiya herêmê.  Bi çekên kîmyewî 400 hezar kes mirin û mîlyonek û nîv jî welidînin bi pirsgirêk çêbûn.   Komkujiya Halepçeyê   Bikaranîna çekên kîmyewî ya herî mezin li hember kurda pêk hat. Li Halebçê di 16’ê fdara 1988’an de ji aliyê Saddam Huseyîn ve  çekên kîmyewî hatin bikaranîn û Halepçe sê rojan di bin bombeyên gaza jehrî de man. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di encama gazên kîmyewî de 5 hezar zêdetir kes mirin û 7 hezar zêdetir jî birîndar bûn. Her wiha 61 hezar û 200 kes jî seqet man.   Li Dêrsîmê bikaranîna çekên kîmyewî   Tirkiyeyê ji Almanyayê bi tonan gaza kîmyewî daxwaz kir û di 1938’an de  di komkujiya Dêrsîmê de bikar anî. Tevî gelek şahid û berlgeyan der barê bikaranîna çekan de yek pêngavek nehat avêtin.   Hedefa çekên kîmyewî PKK’î bûn   Li hember PKK’ê jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di 17’ê gulana 1994’an de li Çiyayê Bêzar a Semsurê 22 jê xwendekar 28 kes bi çekên kîmyewî hatin qetiklirin. Di 1999’an de li nêzî gunî Bîlîka a Şirnexê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û 20 PKK’î jiyana xwe ji dest dan. Di 2009’an de li Çelê a Colemêrgê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 8 PKK’î jiyana xwe ji dest dan.   Geliyê Kazan   Di 2011’ê de li Geliyê Kazan a ya li Çelê di 22-24’ê cotmehê de 36 PKK’î di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan. Heyetên çûn cihê bûyerên cenazeyên şewitî û parçekirî dîtin. Di encama tespîtan de hat dîtin k udi êrîşa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane.   Li Başûr  bikaranîna çekên kîmyewî   Di 2018’an de derket holê ku Tirkiyeyê di êrişa li hember Efrînê de  li gundekî çekên kîmyewî bikar aniye. Di 9’ê cotmeha 2019’an de jî  derket holê ku  di operasyona li hember Serêkaniyê de Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikaraniye.   Li hember Metîna, Zap û Avaşîn çekên kîmyewî   Tirkiyeyê li hember Herêma Federal a Kurdistanê di 2018’an de dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. di 14-15’ê sibata 2021’ê de li Garê çekên kîmyewî bikaranî. HDP’ê daxuyanî da û got divê heyetek serbixwe lêkolînê bike. HDP’ê di daxuyaniya da de diyar kir ku  di navbera 14’ê nîsan 14’ê Cotmehê de Tirkiyeyê 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî bikaranîye.   Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku der barê dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî ya li Zap, Metîna û Avaşîn hatine bikaranîn de daxuyanî da û da zanîn ku divê mijar bê lêkolîn, hedef hat nîşandan û hat girtin.   'Em dikarin dîmenan bidin'   HPG’ê di daxuyaniya 27’ê kanûna 2022’an de da zanîn ku 11 endamên wan ji ber madeyên kîmyewî jiyana xwe ji destdane û gotin ew dikarin dîmenên der barê wê de bidin.   Kampanya Aştiyê ya li Kurdistanê (PEACE IN KURDISTAN CAMPAİGN) rapora der barê 2022’yan weşandin û di raporê de lêkolînên rojnamegeran yên li başûrê Kurdistanê, hevdîtinên bi doktoran re, agahiyên gel cih girtin. Gelê herêmê diyar kirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di raporê de hat destnîşan kir ku  Barîs Johnson k udi 2019’an de hatiye desthilatdariya Îngîlîstanê bi 77 mîlyon stgerlînî  çekên kîmyewî firotine û ji wê demê heta niha 70 ruhsata muhîmata fosforê daye Tirkiyeyê.   OPCW bêdenge   Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) der barê bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li Başurê Kurdistanê tu pêngav navêtiye. OPCW ku me jê mijar pirsî got ew mijarê dişopînin.