ROJEVA 05'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-05 09:00:00     *Bertek û nerazîbûnên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê çend berdewam dike jî li hemberî bangên lêkolînkirinê jî bêdengiya navneteweyî serdest e.   * Jinan diyar kirin ku desthilatdarî her tim jinan hedef digire û sedema vê jî ev e ku ji hêza jinê ditirsin. Jinan bi lêv kir ku  divê jin li dijî polîtîkayên desthilatdariyê berxwedanek topyekun bihûnin. DÎMEN HEYE   *Sitya Beyter ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve 36 salan tundiya sîstematîk dît. Sitya bi dehan carî gilî kir lê bi dehan carê ev yek bi neşopandinê bi encam bû. Lê wê dest ji têkoşîna xwe berneda. Li gumanbar doza hewldana qetilkirinê hat vekirin û li gumanbar 15 sal ceza hat birîn. Sitya diyar kir ku li dijî tundiya mêr dest ji têkoşînê bernedin.   *Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dêrsim Dag, diyar kir ku di pêvajoyekî wisa de li dar xistina 3'yemîn Konferansa Ciwanan girîng bû û got: "Di konferansê de li dijî desthilatdarên faşîst, me bang li hemû ciwanan kir ku bila xwe bi rêxistin bikin, xeta sêyemîn ava bikin û bi hev re jiyanek nû ava bikin." BI DÎMEN    *Bertek û nerazîbûnên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê çend berdewam dike jî li hemberî bangên lêkolînkirinê jî bêdengiya navneteweyî serdest e. BI DÎMEN    *Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûreya Dewletê biryara red a der barê Ji Peymana Stenbolê derketin ‘li gorî hiqûqê dît’ û erê kir. Endama Ekîba parastina KÎH-YÇ Ezel Buse Sonemezocak biryar nirxand û zanîn ku wê bibin DDB’ê û wiha got: “Ji ber me ev bi îmzeyekê qezenc nekiriye em bi îmzeyekê jî dest ji vê bernadin. Teqez em ê Peymana Stenbolê şûnde bigirin.” BI DÎMEN    *Nameya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a derbarê sersala nû de ji girtiyan re nivîsandibû ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta "bi fikar e" nehat şandin. Leylayê di nameya xwe de got:"Wê di 2023'yan de hêvî tirsê têk bibe."   *Bi boneya salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar dê li Şirnexê sînevîzyon were temaşekirin û dûre 3 jinên siyasetmedar li Silopiyayê li ser gora xwe wê werin bibîranîn. (12.00-15.00)