Hevseroka GOÇÎZDER'ê: Têkoşîna me wê bidome 2023-01-04 09:08:10     STENBOL - Hevseroka GOÇÎZDER Kamîle Kandal ku ji ber faliyetên komeleyê hat girtin û 6 meh şûnde hat berdan diyar kir ku wê têkoşîna xwe bi dirûşma "Jin jiyana azadî" bidomîne.   Di 3’yê Hezîrana 2022’yan de 22 endamên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) hatin binçavkirin di 11’ê hezîranê de 16 kes hatin girtin. Yekemîn runiştina dozê di 13’yê kanûna 2022’an de hat dîtin. Têde hevseroka komeleyê Kamîle Kandal jî heye 4 kes di runiştina yekem de hatin tahliyekirin. Kamîleyê ji bo runiştina di 4-5’ê Çile de tê dîtin û doza girtina komeleyê de axivî.   Kamîleyê da zanîn ku ew bawerin ku wê hevalên wan yên din jî bên berdan û wiha dirêjî dayê: “Me baweriya xwe tu car winda nekir. Ji ber ev îdianame bi zor amade kirine. GOÇÎZDER di qada paneberî û koçberiyê de lêkolînan xebatan dike. Raporên me xebatên me sûc hatin nîşandan. Em bi awayekî zelal xebata civaka sivîl dimeşînin. Em der barê koçberiyên salên 90, 2015-2016’an de xebatan dimeşînin. Me li dadgehê jî ev anîn ziman. Naveroka raporên me ev in.”   ‘Rêxistina civakî dengê jinê ye’   Kamîleyê destnîşan kir ku hemû kesî dît ku mirov çawa ji şerê Sûriye, Efganîstan û Ukrayna-Rusyayê direvin û wiha domand: “ Vegotina van çima sûc be gelo. Dibêjin we pereyê projeyên kirine dane ku derê. Lê ne pereyên wisa mezinin. Ger ku hun li sûc bigerin divê hun hincetê wê jî baş nîşan bidin. Rêxistina civakî dengê civakê ye dengê jinê ye.”   ‘Beramberê têkoşînê cezaye gelo?’   Kamîleyê bi lêv kir ku bi salan e li girtîgehan binpêkirin didomin lê salên dawî de ev cuda bûne û got: “Gelo beramberê têkoşîna maf, jinê, şoreş û mirovahiyê cezaye? Na ne cezaye. Di pêvajoya dawî de rêbazên nû xistine dewrê. Di encama wan biryaran de li girtiyên siyasî hinek tişt tên ferzkirin. Li hember van pêkanînan seknek bi biryar tê nîşanda.  Dema ku hesta edeletê tunebe mirov nikarin di alî civakî de xwe bidomînin. Divê bala dewlet û partiyên siyasî li civaka sivîle. Divê jiyanek wekhev û azad bê avakirin.”   ‘Me ji bo jinan têkoşîn da’   Kamîleyê daxuyakirin ku têkoşîna jinê li girtîgehê li her derê ye û wiha pê de çû: “Me ji bo jinan têkoşîn meşan û em didomînin. Me hem ji bo jinên penaber, hem ji bo jinên kurd, hem ji bo jinên Îrnê hem jî ji bo jinên Elewî û Tirk têkoşîn da. Em ê piştevanî û piştgriya xwe ya ji bo hemû jinên cîhanê bidomînin. Li şûna girtina GOÇÎZDER’ê divê komeleyên civaka sivîl zêde bibin. Divê rêxistinên civaka sivîl rehet bên berdan, dest ji hedefgirtinê berdin.”   Kamîleyê wiha dawî lê anî: “Ez ji bo runiştina duyemîn û doza girtinê banga piştevaniyê li hemû kesî dikin. Ger rêxistinên civaka sivîl û sazî ligel hev bin di piştevaniyê de bin wê dengê me hîn bêtir xurt derkeve. Wê piştevaniya me mezin be. Têde 25 kedkarên çapemeniyê jî hene divê hemû girtî demildest bên berdan. Têkoşîna me wê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bidome.”