Meral Daniş Beştaş: Wezaret li hemberî bûyerên destdirêjiyê xemsar e 2023-01-04 09:01:26     Sema Çaglak     SÊRT - Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser destdirêjiya li Sêrtê û got: "Daraz ji helwesta desthilatdariyê hêz digire. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê jî di bûyerên wisa de xemsar nêz dibe. Divê malbat û jin li hemberî bûyerên bi vî rengî bêdeng nemînin."   Li gundê girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê, zarokek nêzî 2 sal in bi destdirêjahiya H. Tapar (65) û H. Şarmet (35) re rûbirû ma. Berîya du mehan bûyer derket holê û malbata zarokê gilî li qerekolê kir. Bi vî awayî di 8’ê mijdarê de derheqê wan 2 kesan de dozên cuda hatin vekirin. Lêpirsîna ku hatibû destpêkirin piştî mehekê herdû dosyayên ku hatibûn vekirin ji aliye dozgeriyê ve bir biryara neşopandinê ve hatibû girtin.   Serokwekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş di 19’ê Kanûnê de bûyer biribû rojeva Meclîsê û pêşnîyayazname dabû. Her wiha parêzerên malbatê jî ji bo biryara neşopandinê îtîraz kiribûn. Piştî pêşniyaznameyê malbata zarokê ji bo wergirtina îfadeyê ya ji aliyê qereqola Perwariyê ve bang lê hat kirin. 3 roj piştre Dozgeriya Sêrtê îtîraza li ser biryara neşopandinê qebûl kir. Lê belê derheqê dosyaya H., Şenerê de biryara neşopandinê hê berdewam e.   Îfadeya yekemîn a zaroka tecawiz lê hat kirin bêyî pedagog hatiye girtin. Di 22’yê kanûnê de zarok rakiribûn nexweşxaneyê û ji bo dozgeriyê rapora travmayê hatibû xwestin. Piştî wê hat zanîn ku zarokê di bin parastinê de dihewînin.   Derbarê mijarê de Meral Daniş Beştaş ji ajansa me re axivî.    'Helwesta malbatan girîng e'    Meral, diyar kir ku di rojên dawî de li Sêrtê bûyerên destdirêjiyê her diçe zêde dibin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev ne tenê li Sêrtê li gelek bajarên din jî rojevên bi vî şiklî her diçe zêde dibin lê bi destê darazê û bi polîtîkayên bêcezahiştinê li ser van bûyeran tê girtin. Her wiha di van bûyeran de bandora malbat û civakê jî heye. Piranî malbat û kes naxwazin bûyerên bi vî rengî derkevin holê û bûyer tên veşartin. Lê belê rewş li gorî malbatan jî diguhere. Heke malbat li ser bûyerê bisekine, mafê xwe biparêze û di nav lêgerîna edaletê de be bûyerên bi vî şiklî zêde derdikevin holê û tên bihîstin. Hem polîtîkayên bêcezahiştinê û hem jî nêzîkatiya malbatan dibe sedem ku jin û zarok bêdeng bimînin."   ‘Kiryar tên parastin’   Meral, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser destdirêjiya li Perwariyê pêk hatî: "Di bûyera ku li Perwariya Sêrtê pêk hatî rola darazê girîng e. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê ve faîl tên parastin. Bi vî yekê daraz, şûna ku pêşî li van bûyeran bigire sîstema mêrperestê xurt dike û faîlan diparêze. Malbata zarokê li qereqolê îfadeyên xwe didin û gilî dikin. Her wiha zarok jî îfada dide, lê daraz li şûna ku îfadeyên zarok û malbatê îfadeyên kiryaran esas digire. Derbarê dosyayê de jî biryara nepoşandinê tê dayîn. Bêguman ev biryar ji me re nas tên. Wekî bûyera Weqfa Hîranûrê ku ket rojeva Tirkiyeyê û gelek bûyerên bi vî şiklî. Daraza ku bi hişmendiya mêr tê birêvebirin hewil dide li ser van bûyeran bigire jî.”   ‘Daraz ji nêzîkatiya desthilatdariyê hêz digire'    Meral, destnîşan kir ku daraz ji helwesta desthîlatdariyê hêz digire û wiha bi lêv kir: “Piştî ku bûyer derket holê em bi malbatê re ketin nav têkiliyê. Gava biryara neşopandinê ya li ser dosyayê me bihîst, di heman rojê de me mijar bir rojeva Meclîsê û pêşniyazname da. Piştî pêşniyaznameyê jî biryara neşopandinê ya dosyayê hat rakirin. Heke ew bûyer nehatiba bihîstin dê ev biryara neşopandinê wê berdewam bikira. Her wiha dîsa jî lêpirsina derheqê H., Şener ve biryara neşopandinê berdewam dike. Em ê li ser vî mijarê jî disekinin. Em dibînin ku daraz û siyaset di mijarên wisa de bi hev re tevdigerin. Gava bûyer nekeve rojeva rayagiştî û bertek neyên nîşandan mixabin gelek bûyerên destdirêjiyê nayên bihîstin û bi polîtîkayên bêcezahiştinê encam dibin. Daraz ji nêzîkatiya desthilatdariyê hêz digire.”   ‘Wezaret xemsar nêzê bûyeran dibe'    Meral, da zanîn ku malbat ji hêla kiryaran ve tên tehdîtkirin û got: "Divê di van bûyeran de ne civak, ne malbat û ne jî rayagiştî bêdeng biminin. Hewce ye ku zarok bên guhdarkirin. Ji ber ku li gorî pedagogan jî zarokên ku destdirêjî lê hatibe kirin derewan nakin û tim rastiyê dibêjin. Divê gotinên zarokan esas bên girtin. Serlêdanên malbat û zarokan divê esas bên girtin û bi awayekî cidî nêzbibin. Banga me ya yekemîn jî bêguman ji darazê re ye. Karê darazê ew e ku şûna pergala mêrperest biparêze, ceza bide bersûcan. Jixwe nêzîkatiya desthilatdariyê aşkere ye û kiryar her tên parastin. Ji sala 2019’an heta îro Wezareta Xizmêtên Civakî û Malbatê daneyên êrişa zayendî ya li dijî zarokan aşkera nekiriye. Divê dane demildest werin aşkerekirin û bi taybetî jî divê wezaret geşedanan bi awayekî rêk û pêk bişopîne û li ser bisekine. Mixabin wezaret li ser van mijaran xemsar nêz dibe û bi rehetî tevdigere. Wekî mijara Weqfa Hîranûr û Perwariyê piştî bûyer derdikeve holê wezaret li ser disekine.”   ‘Em ê şopdarê dozê bin’   Meral di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku ew bi malbata zarokê re di nav têkiliyê de nin û heya dawiyê dê şopdarê dozê bin û got: “Bêguman armanca me ya yekemîn rakirina hişmendiya pergala mêrperest e. Em armanc dikin ku bi guhertina hişmendiya vî desthîlatdariyê jiyanek azad a jinê û parastina mafê jin û zarokan bikin. Em ê wek HDP û Meclîsa Jinan a HDP'ê em ê heta dawiyê şopdarê bûyerê bin.”