ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-04 09:00:00     *Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser destdirêjiya li Sêrtê û got: "Daraz ji helwesta desthilatdariyê hêz digire. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê jî di bûyerên wisa de xemsar nêz dibe. Divê malbat û jin li hemberî bûyerên bi vî rengî bêdeng nemînin." BI DÎMEN    *Pêşengra Tevgera jinên Kurd Evîn Goyî li cihê komkojiya sala 2013’an de bi heman komplogeriyê hate qetilkirin. Rêhevala wê Cahîde Evîn li ser têkoşîna wê axivî û wiha got: “Ew ji zarokatiya xwe ve bi hezkirina çiyan û welat re mezin bû. Her tim bi sekna xwe re ji bo gel û bi taybetî jî ji bo jinan bû nimûne. Li hemberî eşîr û li hemberî desthilatdariya dewletê bû serkêşa herî mezin.” DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’ê Guler Tunç, diyar kir ku qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar tê wateya hedef girtina nasnameya jina azad û got: "Qetlîama ku li Parîs, Silopî û li Silêmaniyê pêk hatî bi heman hişmendiyê hatin kirin. Ji ber ku îro têkoşîna jinên kurd li her deverê cîhanê belav dibe û hedef tên girtin.” BI DÎMEN    *Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA Menîce Gulmez di bin çavan de îşkenca lêgera tazî lê hat kirin, bi zor serê wê hat vekirin. Menîceyê da zanîn ku dema mijar dibe kurd û bajarên kurdan mixabin helwest diguhere. BI DÎMEN    *Ji ser wendabûna Gulistan Dokû re 3 sal derbas bûn. Ango 3 sal in di dosyaya lêpirsîna aqûbeta Gulistan Doku de tu pêşketin nehat bidestxistin. Dêya Gulistan, Bedrîye Doku da zanîn ew di serî de jî hatine xapandin û wiha dewam kir: “Ev 3 sal in ew li dibistanê venegeriya, ev 3 sal in ez li benda wê me. Kesî soza xwe negirt û hewl dan me bixapînin. Ez ê ji bo Gulistanek din wenda nebe têbikoşim.” DÎMEN HEYE   * Derhênera Weşana Zan Tîmes û Rojnamezer Zahra Nader ev îfade bikar anî: “Li Efganîstanê dîrok xwe dubare dike û gelê wê dibin qurbanê biryarên ku qet têde cih nagirin. Divê li hember vê bertekek global ava bibe. Heta Talîban desthilatdar be, em ronahiyê nabînin.” BI DÎMEN    *Hevseroka GOÇÎZDER Kamîle Kandal ku ji ber faliyetên komeleyê hat girtin û 6 meh şûnde hat berdan diyar kir ku wê têkoşîna xwe bi dirûşma "Jin jiyana azadî" bidomîne. BI DÎMEN    *Dayika Aydin Kurt, Peyrûze Kurt ku piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt, anî ziman ku di lêgerîna vê pêvajoyê de bi gelek zext, zordarî û gefan re rû bi rû mane û got: “Bila dayîk zarokên xwe bêkes nehêlin. Egîdên me ne bêkes in. Min Egîd kir mêvanê Çiyager û Mazlûm Dogan.” BI DÎMEN