Kongra Star êrişa li Silêmaniyê şermezar kir 2023-01-03 14:35:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li dijî êrişa li ser jina ciwan a li Silêmaniyê pêk hat daxuyanî da û got: "Em bang li rêxistinên jinan dikin ku ji bo guhertina hişmendiya zayendperest têkoşînê bilindtir bikin."   Di 31’ê kanûna 2022’yan de li taxa Hîwane ya bajarê Silêmaniyê dema ku jineke ciwan çû galeriyên wesayîd û motosikletan, komek ciwanan êrişî wê kirin. Bûyera ku qewimî ket ber kamerayan. Di dîmen de diyar dibe ku mêrek bi tundî li jina ciwan dide, li ser vê yekê gelek mêr êrişê wê dikin. Piştî ku dîmen li ser medyaya dîjîtal belav bû, ji gelek aliyan bertek çêbûn. Hat diyarkirin ku 16 mêrên êriş kirine û hewl dane jina ciwan bi lîncê qetil bikin hatine girtin.   Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyanî da bal kişand ser ferasetên zayendperest bi aqilê mêr-dewletê û polîtîkayên şer û tundiyê ve her ku diçe kûrtir dibe û li dijî êrişên zayenparêz banga têkoşînê li jinan kir.   Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:   “Di dema ku dirûşma 'Jin jiyan azadî' dibe dirûşma tevahî cîhanê ji cinsiyetperestî, nijadperestî û zordariyê êrişek wiha pêk hat. Her wiha di dema ku di vê serdemê de jin pêşengiyê dikin û di qada şoreşê de li Rojavayê Kurdistanê jinan şoreş bi rêve dibin û li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin dane meşandin de bûyerên wiha cihê mixabiniyê ne.   Dîsa di rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jinan ji bo têkoşîna xebatên xwe domandin loma jî gelek pêşengên jin hatin hedefgirtin. Bi taybetî jî di sala 2022’yan de ku weke saleke bi polîtîkayên qirkirinê ket dîrokê, bi hemû awayan û hemû rêbazan jin hatin hedefgirtin. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, serhildan zêdetirî 3 mehan e berdewam dikin. Ev serhildan ji bo têkbirina hişmendiya baviksalariyê, têkbirina, netew-dewletê, olperestî û nijadperestiyê didomin. Tevî vê yekê jî rojane li hemberî jinan kiryarên xirab diqewimin. Weke bûyera ku beriya çend rojan li Silêmaniyê rûda ku 7 zilaman ku êriş birin ser jinek ket medyaya dîjîtal.   Em weke Koordînasyona Kongra Star, vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku divê êrişkarên ku ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine binçavkirin, werin darizandin. Ji bo ji her kesê re bibe mînak û mafên jinan bi zagon û qanûnan were parastin. Her wiha banga me ji bo tevahî rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê ew e ku di aliyê guhertin û veguhertina hişmendiya zayendperest de têbikoşin û roleke mezintir bilîzin. Dîsa em dibêjin pêvajoya jin jin azadî dest pê kiriye û em ê vê meşa bi heybet berdewam bikin heya serkeftin û azadiya tevahî civakê û têkoşîna me dê bi hevgirtina jinên cîhanê  bigihîje armanca xwe.”