10 hezar kesî perwerdeya jineolojiyê girtin 2023-01-03 10:42:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Akademiyên Jineolojî û navendên wê ji sala 2022'yan heta niha ji bo 10 hezar kesî perwerde hat dayin û di nava gel de 457 semîner hat dayin.    Navend û akademiyên jineolojiyê di sala 2022'yan de gelek lêkolîn kirin. Lêkolînên li ser sosyoljiya jinan, exlaq û estetîk, têkiliyên malbatî, sedemên veqetîna hevjînan, berxwedana jinan a li Şêxmeqsûdê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîroka wan hebûn.   Jineolojî perwerdeyê wekî qadek ji qadên jiyanê dibîne, ji ber vê yekê girîngiyeke mezin dide perwerdeyê. Di sala 2022'yan de derdora 10 hezar jin û mêran li ser jineolojiyê perwerde dîtin. Her wiha derdora 457 panel û semîner li ser hevjiyana azad, danasîna tundiya li ser jinan, cure û rêbazên bidawîkirina tundiyê hatin dayîn.   Ev perwerde li ser esasê têgihîştina rewşa civakî ji hemû beşan re, ji komînan heta akademiyên leşkerî û sivîl wekî saziyên edaletê, TEV-DEM û ragihandinê tên birêxistinkirin.   Di aliyê dîplomasiyê de, ji bo danasîna jineolojiyê, endamên Akademiya Jineolojiyê û jinên ji 30 welatên cîhanê beşdarî Kongreya Sêyemîn a Jinên Kedkar bûn ku Îlona 2022'yan li Tunisê hatibû lidarxistin. Her wiha beşdarî Kongreya Sêyemîn a Navneteweyî ya Jinan bûn ku meha Mijdara borî li paytexta Elmanyayê Berlînê hatibû lidarxistin.