Wê îro cenazeyên pakrewanên Parîsê ji bo Başûr û Bakurê Kurdistanê bên şandin 2023-01-03 10:30:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Wê îro cenazeyên 3 pakrewanên Komkujiya Parîsê bi merasîm û meşek girseyî ji bo Bakur û Başûrê Kurdistanê werin şandin.   Di 23’yê Kanûna 2022’yan de li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê êrişeke çekdarî çêbû û di encamê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.   Herçend tetîkkêş welatiyê Fransayê jî be, lê Kurd dewleta tirk ji komkujiya Parîsê berpirsyar digire û banga eşkerekirina hêzên li pişt komkujiyê li dewleta Fransayê dikin.   Ji roja ku komkujî pêk hatiye heya niha Kurd li Fransayê di çalakiya nobedê ya edaletê de ne û Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya vala nakin.   Tê payîn îro cenazeyên her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê, bi merasîm û beşek girseyî ji bo Başûr û Bakurê Kurdistanê werin şandin.