Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' didome 2023-01-03 10:24:59     NAVENDA NÛÇEYAN -Tevî hemû girtin, kuştin û zextên dewleta Îranê, xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dikin.    Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî, kuştin, darvekirin, girtin û êşkenceyan jî, bê navber dewam dike. Duh carek din li gelek herêman merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.   Li bajarê Mihabad merasîma çileya Şemal Xedîr Pur bi tevlîbuna dehan kesan hate lidarxistin. Di merasîmê de dirûşmên li dijî desthilatê hatin qêrîn. Di heman merasîmê de xwepêşanderan piştgirî dan xelkê Ciwanro. Duh carek din hêzên Îranê li kolanên Ciwanro hatibûn belavkirin.   Duh li bajarê Miyandwa jî Mêhran Şikarî li ser gora xwe hate bibîranîn. Mêhran di Mijdara 2022’yan de li bajarê Kerec ji aliy hêzên Îranê ve hatibû kuştin.   Tê payîn îro li bajarê Fumen çileya Mêhran pêk bê, li gorî bangên hatine kirin jî wê di 5’ê mehê de jî çileya Hamîd Selehşur jî li bajarê Êze pêk bê.   Li aliyekî din duh nûçeya kuştina xwepêşanderek bi navê Mehdî Zara Eşkzere belav bû. Tê gotin Mehdî Zara beriya niha li Tahranê tevlî xwepêşandanan bûbû, hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.   Tevî hemû girtin, kuştin û zextên dewleta Îranê, xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dikin.