Abdullah Ocalan: Pêvajo xera bibe wê tundî jî zêde bibe 2023-01-03 09:06:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Ayla Akat Ata û Ahmet Turk di 3’yê çileyê 2013’yan de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn û Abdullah Ocalan nirxandina "Înkarkirina hebûna Gelê Kurd înkarkirina hebûna Gelê Tirk e" kiribû.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Abdullah Ocalan ji wê dîrokê şûnde dem bi dem bi malbat û parêzeran are hevdîtinê bike jî şertên tecrîdê tu car neguherîn û ji 27’ê tîrmeha 2011’ê htea niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.   Piştî grevên birçîbûnê hevdîtin   Girtiyan bi armanca tecrîd bê şikandin û hevdîtin pêk bên di 12’yê îlona 2012’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribûn û piştî vê birayê wî Mehmet Ocalan çibû Îmraliyê hevdîtinek kiribû. Piştî vê hevdîtinê, Hevserokê wê demê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ayla Akat Ata di 3’yê çileyê 2013’yan de çibûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Piştî vê hevdîtinê jî pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê yên derbarê çareseriyê de jî destpêkirin.   ‘Wê hinek bixwazin sabote bikin’   Abdullah Ocalan di hevdîtina hat kirin de diyar kir ku hewldanên destura çareseriyê ji dema Turgut Ozal, Necmettîn Erbakan û Bulent Ecevît ve didome û ev 20 sale hewl didin. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan wiha gotibû: “Pêvajoya bi Emre Bey re destpê kir di du sal û nîvan de hat birîn. Hevdîtin li vir pêk tê. Hevdîtinên li vir nebin, bihêlin hevdîtina bi we re, zindî jî nahêlin. Ev 14 sale hewl didin min birizînin. Bi îmhayê hatin û wê bên jî. Wê hinek bixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Kengê li vir civîn pêk bên windahiyên gerîla radigihînin. Peyamên wisa didin. Hevdîtinên bi heyetê re girîng in. Ew jî rîskê digirin. Heta hewl didin heyet jî dest jê berde. Zîhniyeta darbekar hewl dide pêvajoyê sabote bike.”   Plana Komîsyona Heqîqet û Meclîsê    Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de baldikşîne ser avakirina Komîsyona Heqîqetê û wiha li ser girîngiya meclîsê disekine: “Di rewşa vekişîna gerîla de bi armanca pêşî li tundiya li hember gel bê girtin divê Konseya Aştiyê bê avakirin.Vegera li gundan, tazmînatên bê dayîn di bin kontrola Konseya Aştiyê de ye. Hûn ji vê re dibêjin Aqilmend? Ji aliyê wan ve pêvajo ji nêz ve tên şopandin. Pêvajo divê ji aliyê kesên xwedî wijdan ve bê şopandin û di vê mijarê de rol bilîzin. Di esasê de di mijara Destura bingehîn de divê meclîsek damezrîner hebûna. Xebata heyî encam neda. Divê desturek bingehîn ya ku tundiya 40 salî ya li ser Gelê Kurd û Tirk lêkolîn bike, hebûna. Ji damezrandina komarê heta niha di Destura Bingehîn de Kemalîstên laîk armanca tasfiyekirina Kurdan û civaka îslamî kirin. Bi vî awayî Gelê Tirk jî ji azadî û mafan bêpar man.”   Balkişand ser Destura Bingehîn a 1921’ê   Abdullah Ocalan diyar dike ku divê hebûna Gelê Kurd bê qebûlkirin û dibêje ku di vê mijarê de divê Pêşnûmeya Reforma Kurd ya ji 20 xalî pêk tê û Destura Bingehîn a 1921’ê esa bê girtin û wiha berdewam dike: “Di wir de qebûlkirina hebûna kurdan heye. Em dixwazin Pêşnûmeya Reforma Kurdan zindî bikin. Em dizanin ku veşartina belgeyên Pêşnûma Reforma Kurdan ya di 9’ê sibata 1922’yan de li dijî 64’an bi 373 dengî hat qebûlkirin, bi armanca tasfiyekirina kurdane. Lê piştî qebûlkirina wê belgeyê şûnde Serkeftina 30’ê tebaxê pêk hatiye. 1922 sala damezrandina Tirkiyeyê ye. Hûn çima van belgeyan vedişêrin?”   Provokasyona operasyonên KCK’ê   Abdullah Ocalan hevdîtina li Dolmabahçeyê ya di 5’ê gulana 2007’an de di navbera Serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan û Fermandarê Giştî Yaşar Buyukanit de pêk hatiye bibîr xist û wiha dirêjî dayê: “Ger ku em çareserî û aştiyê realîze nekin, em provakasyona operasyona KCK’ê çareser nekin wê demê aştî jî çîroke. Girtina 10 hezar kesî komploye, bêbandor hiştine û kuştine. Ji bo aştiyê du mehên we hene. Piştî vê wê bi destnedanan re yên mayîne jî bên tasfiyekirin. Darbeyên hîn tundtir jî dikare bibe mijara gotinê. Divê dawiya operasyonên KCK’ê bên.”   Netew-dewlet koletî   Abdullah Ocalan di hevdîtinê de destnîşan dike ku bi pêkhatina aştiyê navbera tirk-kurd de wê aştiya mayînde pêk bê û di vê mijarê de jî wiha nirxandinê dike: “Em ê vê çawa pêk bînin, em ê çawa bidin runiştandin. Em ê li ser vê bixebitin. Ez ne netew-dewletî me. Sedema komkujiyan ev e. Netew dewlet ne azadiye, koletiye. Em dixwazin kurdan bînin rewşa unîteyek demokratîk. Di qanûn û destura bingehîn ya Tirkiyeyê de ev tunebin aştî ne pêkane. AKP dibêje hewce bi vê tune. Gelo em ê çawa bikin wê demê? Bêyî îfadeya qanûnî ya 20 mîlyon kesî wê çawa bê jiyîn.”   Plan û pêşniyarên di bin sê sernavî de   Abdullah Ocalan bal dikşîne ser plana çalakiya di bin sê sernavan de û wiha dibêje: “Divê hawira bêpevçûnê pêk bê, pêvajoya qanûnî û Destura Bingehîn û pêvajoya normalbûnê pêk bê.  Divê Pêşnûmeya Reforma Kurd bikeve rojevê. Ez ji bo venasîna welatîbûnê vê pêşniyarê dikim: Destura Bingehîn  hemû çandên dîrokî wek dewlemendiya Tirkiyeyê qebûl dike, xwe pêşdixe, mafê azadiya fikr û ramanê vedinasîne. Di destura bingehîn a Ispanyayê de jî ev wisa ye. Ev pirsgirêka welatîbûnê pirsên din jî çareser dike. Pêşniyareke wek ya AKP’ê ya nort jî dibe. Lê venasîna min pêşniyar kiriye gelek pirsgirêkan çareser dike. Ez perwerda ziman qet nîqaş jî nakim. Divê mafê qanûnî, xweseriya aborî hebe. Wê naqokiyên di Şerta Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî de bên rakirin. Înkarkirina hebûna kurd înkarkirina hebûna tirk e. Kurd biçe, îslam biçe wê li Anatolyê Tirk nemînin. Ev nasname û bawerî neyên qebûlkirin wê lobî, desthilatdarî we jî qebûl nekin. Sererastkirinek wisa hebe wê rweş bê xilaskirin. Her tişt dikeve nav vê. Divê Destura Bingehîn ji vê re girtî nemîne. Ev pêvajo xera bibe wê tundî jî zêde bibe.”