ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-03 09:00:00     *Di 7’emîn salvegera qetilkirina ji 3 jinên siyasetmedar dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar, diyar kir ku Fatma tu carî paşde gav  neavêt û her tim bi girêdanek mezin têkoşîna xwe dewam kir û got: “Fatma, Sêve û Pakîze mîrateyek têkoşînê ji jinan re hiştin. Jinan û Gelê Kurd xwedî li mîrateya têkoşîna wan derketin.” DÎMEN HEYE   *Kurê Sûriye Încî Mehmet Şenol Încî di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hat qetilkirin û got: "Dema ku bejna kurê min ê dirêj tê bîra min dilê min pir dişewite. Heta mirinê ez vê birînê ji bîr nakim. Wekî min dilê gelek dayikan dişewite. Dewleta tirk lidij ehleqê şer dike. Ez vê şerê şermezar dikim." BI DÎMEN    *Xizmên girtiyan diyar kirin ku Nobeda Edaletê biqede jî lêgerîna edaletê wê bidome ji vir şûnde jî heta ku edalet pêk neyê wê têkoşîn bidome. DÎMEN HEYE   *Ayla Akat Ata û Ahmet Turk di 3’yê çileyê 2013’yan de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn û Abdullah Ocalan nirxandina "Înkarkirina hebûna Gelê Kurd înkarkirina hebûna Gelê Tirk e" kiribû.