Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê didomin 2023-01-02 15:59:09     AMED - Şandeyên ji KCD, DBP û HDP’ê  ku serlêdanên xwe yên li gund û taxên Amedê didin berdewamkirin îro li Sûrê bi gel re civiyan.   Rêxistina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel rêveberî parlementeran 6 rojin li navçe, gund û taxên Amedê xebatên serdanên gel didin meşandin. Di roja 6’emîn de şandeyê serlêdana gundên Sûrê kirin. Sergotarên mijara serlêdanan bi taybetî şer, zextên li ser gelê kurd û bişaftin bû.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun a beşdarî civînên gel bû got: “Dewleta tirk bi hincetan êrişên xwe kirin. Lê belê her tişt eşkere bû. Di çend mehên dawî de bi êrişên li ser gelê kurd û siyaseta demokratîk dane meşandin re rûyê xwe nîşan dan. Ev hefteyeke em xebatên xwe didin meşandin. Ji bo nirxandina pêvajoyê û ka em çawa dikarin ji wê re bibin bersiv bi gel re diaxivin. Em ê her tim jî van xebatên xwe bidin dewamkirin. Ji ber bi rastî em sûdek mezin bi vî rengî ji hev digirin.”   Ji civînan dîmenên xweş derketin holê. Gel bi taybetî eleqeyek mezin nîşanî şandeyê da û girseyek mezin li derdora wan ava bû.