Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' dewam dike 2023-01-02 12:36:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja destpêka sala nû de jî berdewam bû. Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di 16’ê Îlonê de dest pê kirin, di sala nû de jî berdewam e. Her wiha li aliyê din desthilatdariyê jî gelek tedbîr girtine ku nîşan dide ji bo di mijara hîcaba darê zorê de paş de gav bavêjin, ne amade ne.   Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re dest pê kirin, li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî girtin, kuştin, qetilkirin, darvekirin, îşkence û gulebaranan bê navber berdewam e. Di encama xwepêşandanan de bi sedan kes hatine qetilkirin û birîndarkirin, her wiha bi deh hezaran kes hatine binçavkirin ku gelek jê bi pêkanîna cezayê bi darvekirinê re rû bi rû ne.   Duh li bajarê Ciwanro yê parêzgeha Kirmanşanê, li dijî tepisandina bi xwîn a xwepêşandanên Îniyê, dukan û bazar nehatin vekirin. Roja Îniyê li Ciwanro çileya 7 xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayîn hat lidarxistin. Hêzên dewletê ku hêj zû de amadekariyên çewisandinê kiribûn, di destpêkê de bi şîdetê hewl dan girseya ku ji bo merasîma çileya xwepêşanderên jiyana xwe ji dest dayîn, belav bikin.   Di encama gulebarana raste rast a hêzên dewleta Îranê de ciwanek bi navê Burhan Îlyasî ku 22 salî bû jiyana xwe ji dest da û merasîma spartina xakê vegeriya xwepêşandanek mezin. Hêzên dewletê raste raste gule li girseya beşdarî merasîmê bûyîn barand û bi 10 kes birîndar bûn.   Li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî çalakiyên cuda cuda yên weke nivîsîna dirûşman û weke din berdewam bûn.   Biryar e îro li bajarê Mihabadê merasîma çileya jiyan ji dest dana xwepêşanderê bi navê Şemal Xedîrî Pur were li darxistin.   Heman demê de li gel berdewambûna xwepêşandan û çalakiyan, pêngavên serdegirtin û binçavkirina hêzên dewleta Îranê ya xwepêşander û kesên piştgiriya xwepêşandanan dikin berdewam e. Duh li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê gelek çalakvan hatin binçavkirin.   Duh li bajarê Semîromî yê parêzgeha Esfehanê ku di du rojên borî de ji ber xwepêşandanên çileyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn pêlek mezin a hêzên leşkerî di ser de hatiye, jin û ciwanan bi kombûn û pêxistina agir nerazîbûnên xwe li dijî desthilatiyê anîn ziman.   Her çend mijara redkirina hicaba bi darê zorê yek ji daxwazên xwepêşanderan e, lê rayedarên Îranê red dikin ku bikevin bin daxwazê. Duh agahiyek hat belavkirin ku pergala şandina peyamên nivîskî yên hişyariyê ji ajokarên wesayîtên ku jinên bê kefî tê de ne, ji nû ve dest pê kir. Ev sîstemê piştî destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rawestiya bû.   Her wiha di çerçoveya daxwaza desthilatiya ya mijarê hicaba zoremlî wek xwe hêlanê de, duh derket holê ku li bajarên cuda cuda yên Îranê hinek dukan û navendên bazirganiyê ji ber li gel kirêkarên bê kefî kar kirine, hatin girtin.   Rayedarên Îranê hewl didin ku dikandar û xwediyên karsazan neçar bikin ku bi jinên ku kefî li xwe nakin re mijûl nebin û bi vê yekê sepandina hicaba zoremlî berdewam bikin.