Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kesî jiyana xwe ji dest dan 2023-01-02 10:38:21     MÊRDÎN - Li Mêrdînê serwîsa xebatkarên walîtiyê û zanîngehê wergeriya. Ji ber qezayê 6 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya di navbera navçeyên Midyad û Mehsertê yên Mêrdînê de wesayîta serwîsa xebatkarên walîtiyê û zanîngehê ku ji kontrolê derket, wergeriya. Li gorî zanyariyên ewil 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mirî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.    Navên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Fatma Kaya, Buşra Keleş, Kamûran Onen, Abdullah Macît, Yûsûf Tunç û Rûken Adam.    Hat îdiakirin ku divê di wesayîta ku wergeriya de 5 kes bihatana siwarkirin, lê 11 kes lê hatine siwarkirin.