Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike 2023-01-01 12:59:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn, duh bi şev jî berdewam kirin. Çalakgeran li dijî polîtîkayên zext û qetlîamê nerazîbûn nîşan da û li dijî hikûmetê dirûşm berz kirin.   Serhildana bi rengê şoreşê ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî kuştina Jîna Emînî destpê kiribû, bênavber didome. Welatiyên ku li bajarê Sine yê Rojhilat barîkat danîn, li dijî rejîma Îranê dirûşm berz kirin. Çalakvanan li gelek taxên bajêr agir pêxistin û bang li gel kirin ku dakevin kolanan. Kesên ku piştgirî dan çalakvanan daketin qadan û zextên dewleta Îranê şermezar kirin.   Çalakî li seranserê welat berdewam dikin   Ji bilî Rojhilat, li gelek bajarên Îranê jî gelek welatî ji bo şermezarkirina polîtîkayên zext û qetlîamê yên hikûmetê xwepêşandan kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Tehran, Rhodeser, Îsfehan, Samiram û gelek bajarên din gel daket qadan û li dijî dewleta Îranê dirûşm berz kirin.   Hat hînbûn ku di dema çalakiyan de di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derketiye û gelek kes birîndar bûne.   Li Tehranê jî polîsan gaza rondikrêj bi kar anîn û bi daran êrîşî xwepêşanderan kirin. Der barê hejmara birîndarên li bajêr de agahî nehat girtin.