Çalakiyên şermezarkirina Komkujiya Parîsê dewam dikin 2023-01-01 11:55:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Nantes û Creîl ên Fransayê li dijî êrîşa li Parîsê ya li ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya çalakî  kirin û êrîş şermezar kirin.   Çalakî û bertekên li dijî êrîşa ku li payitextê Fransa Parîsê li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya hat kirin berdewam dikin. Di vê çaroveyê de li bajarên Farnsa Nantes û Creîl ên Fransayê Kurd û dostên wan duh jî li qadan bûn. baarê Nantes girseya ku meş li dar xist wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Lelya Şaylemez ên di Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û wêneyên Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil û pankart hildan û meşiyan. Di meşê de belavokên bi Fransî yên ku terora dewleta Tirk teşhîr dikin, hatin belavkirin.   Girseya ku bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “A bas regîme fascîst en Turquîe” meşiya, li Place de Commerceyê mîtîng li dar xistin û ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê deqeyek rêz girt.   Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de hat diyarkirin ku heta kiryar û hevkarên sûc ên Komkujiya Parîsê bên eşkerekirin, ew ê li qadan bin û banga tevlêbûna merasîm û bi rêkirinê ya ku wê 3’ê Çileyê 2023’an saet di 12.00’an de ji bo Şehîdên Parîsê bê lidarxistin û ya meşa navendî ku wê 7’ê Çileyê 2023’an li Parîsê bê lidarxistin, hat kirin.   Li ser navê TEV-ÇAND’ê di mîtîngê de axaftin hat kirin û hat gotin k ew ê serî li ber faşîzma Tirk ne tewînin û heta ku Komkujiya Parîsê bê ronîkirin, ew ê li qadan bin.    Rêxistinên çepgir û rêxistinên civakî yên sivîl jî bi rengên xwe tevlî çalakiya protestoyî bûn û peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re dan. Li ser navê Navenda Çanda Elewî ya Nantesê axaftin hat kirin  û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.   Hevalên şervanê bi navê Olîvîer le Claînche (Kendal Breîzh) ê eslê xwe ji Bretonê ye ku 10’ê Sibata 2018’an di dema berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de şehîd bû, tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin ku wê li her qadê bi gelê Kurd re, di nava piştevaniyê de bin.    Li Creîlê jî çalakiya protestoyî    Ji bo bîranîna Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di êrîşa li ser Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê de şehîd bûn, li qada avahiya şaredariya bajarê Creîl ê Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan çalakî li dar xistin.   Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku navenda vê komkujiyê Enqere ye û ew ê vê komkujiyê qebûl nekin.   Dewleta tirk serndiroma têkçûnê jiyaye û  Kurdistan wê ji dewleta Tirk bibe goristan.   Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK tolhildan” û “Jin jiyan azadî” girse ber bi îstasyona Creîlê ve meşiya.   Çalakî li navenda sûka Creîlê piştî sirûda Çerxa Şoreşê, bi dawî bû.