ROJEVA 01 ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-01 09:00:00     *Dayika Sêvê Demîr ku yek ji jinên têkoşîna azadiya jinên Kurd dimeşand û di 4’ê Çileyê 2016’an de li Sîlopiyê bi du hevalên xwe re hat qetilkirin, Sakîne Demîr diyar kir ku divê gelê Kurd hişyar bibe û got: “Ez bang li jinên Kurd dikim. Divê ew jî wek Sêvê rabin ser piyan.” DÎMEN HEYE   *Ji Women Defen Rojava Stera komkujiya li Parîsê pêk hatiye nirxand û da zanîn ku êrîş ne êrîşek nîjadperest e û Tirkiyeyê li hember Kurdistan û nûnerên Tevgera Azadiya Jinên Kurd a li dîasporayê kampanya cînayeta siyasî daye destpêkirin. Stera wiha vegot: “Divê em êş û hêrsa xwe wek hestekî nehêlin, divê em xwe bi rêxistin bikin û bi hev re têkoşînê xurt bikin.”   *Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA Menîce Gulmez di bin çavan de îşkenca lêgera tazî lê hat kirin, bi zor serê wê hat vekirin. Menîceyê da zanîn ku dema mijar dibe kurd û bajarên kurdan mixabin helwest diguhere. BI DÎMEN    *Girtiya bi navê Kiymet Yeşîlgoz ya 60 salî ku di îlona 2022’yan de tahliye bû, bi hinceta derneketiye lijneyê carek din hat girtin û di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê ferz kirin. Kiymetê der barê tiştên jiyaye de serî li Baroya Amed û OHD’ê da.