Ciwanên Kobanê li dijî êrişan daketin qadan 2022-12-31 15:17:27   KOBANÊ - Ciwanên Kobanê li dijî êrişan daketin qadan û gotin:"Heta em rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nekin em nasekinin û em ê heta serkeftinê bi gerîla re bin."   Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi dirûşma "Destdirêjiya li ser nirxên me sedema tolhildanê ye" xwepêşandanek li dar xist. Ciwanan sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li herêmên dagirkirî û destdirêjiya li goristanên şehîdan şermezar kirin.   Xwepêşandanê ji deriyê başûr ê têketina bajarê Kobanê dest pê kir. Tê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan û dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta tirk hatin berzkirin.   Li Goristana Şehîd Dîcle, xwepêşandan veguherî mîtîngê. Endamê rêveber ê Ciwanên Meclisa Malbata Şehîdan a herêma Firatê Hecî Kolagasî sûcên dewleta tirk şermezar kirin û wekî sûcên derveyî mirovahiyê yên dikevin asta sûcên şer bi nav kirin.   Hecî diyar kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê bi awayekî hovane destdirêjiyê li goristanên şehîdan dikin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember wan kiryaran şermezar kir û got: “Heta niha tu rêxistineke hiqûqî tiştek nekiriye.”   Hecî bal kişand ser sûcên dewleta tirk ên bikaranîna çekên kîmyewî li djiî têkoşerên azadîyê û wiha got: "Heta em rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nekin em nasekinin û em ê heta serkeftinê bi gerîla re bin."   Xwepêşandan bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.