ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-31 09:00:00     * Rêvebera Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Gîzleyîcî bal kişand ser zext û êrîşên li dijî çand û zimanê kurdî û destnîşan kir ku li dijî çand û zimanê kurdî dijminatiyek berbiçav heye û got: “Çi dibe bila bibe li meclîs, kolan û sazîyan bila gel xwedî li çand û zimanê xwe derbikeve û nede jibî kirin. Gelê me li her derê çand û hunera xwe belav bike.” BI DÎMEN    * Hevseroka AvEG-Kon Serpîl Arsalan balkişand ser komkujiya li Fransayê pêk hatiye û wiha vegot: “Di demek nêz de Fransayê daxuyaniyek ‘Di têkoşîna li dijî PKK’ê de em ê bi Tirkiyeyê re têkiliyên nêzî hev pêş bixînin’. Dema mirov li wê daxuyaniyê dinêrin, wateya têkiliya nêz ev e; Ev komkujiya duyem a Parîsê ye.”   *Welatiyên Stenbolê diyar kirin ku mûçeyê asgarî yê desthilatdariyê diyar kiriye ne dermanê derdane û wiha got: “Ji 1’ê çile şûnde zem li ser zemê wê bê kirin. Wê dîsa destan de tiştek nemîne.” BI DÎMEN    *Krîza aborî ya roj bi roj giran dibe esnafên jin yên Wanê jî mexdur dike. Jinên esnaf bertek nîşanê zemên tên kirin dan û diyar kirin ku tu bendewariya wan ji sala nû tune. BI DÎMEN    *Di sala 2022'yan de ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê û neparastinê, 348 jin hatin qetilkirin û 206 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest daye. PANORAMA