Di sala 2023'yan de jî berxwedana jinan dê bidome 2022-12-30 09:04:59     Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN - Em saleke din ku bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinê derbas bû diqedînin. Di sala 2022’yan de tevî hemû zextan jinan bi felsefeya "Jin jiyan azadî" li qadan li ber xwe dan.    Wekî tevahiya cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê jî sala 2022'yan têr û tijê derbas bû. Li hemberî destdirêjî, tundî, kuştin, binçavkirin, girtin, kedxwarî û dagirkirinê jin her li qadan pêşengiya civakê kirin. Têkoşîna xwe bi rêxistinkirî mezin kirin û ji bo sala 2023'yan jî banga mezinkirina têkoşînê kirin. Ji bo jinan sala nû dê bibe sala berxwedanê.    Geşedanên siyasî û çalakiyên jinan ên di sala 2022'yan derketin holê mirov dikare wiha rêz bike:    * Berxwedana jinan ji destpêka sala nû dest pê kir. Aqûbeta Gulîstan Doku ya 5’ê çileyê 2020’an de windabû hat pirsîn û malbata Gulîstanê jî ji bo zaroka xwe 1’ê çile de li ber Edliya Dêrsîmê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbat meha çile de çû Enqereyê cem partiyênsiyasî lê tu encamek nehat girtin.   * Meclîsa Dayikên Aştiyê li Edenê li HDP’a Seyhanê damezrandina xwe îlan kirin.   * Ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşa giran a Demansê ye kampanya Îmzeyan a ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ hat destpêkirin.   * Îpek Ateş ya ku kurê wê Kamber Ateş di darbeya 1980’ê de di girtîgeha Mamakê de girtibû, ji ber kurdî qedexebû û tirkî nizanibû, di hevdîtinê de tenê dikaribû bigota ‘Kamber Ateş nasilsin, jiyana xwe ji dest da.    * Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyalar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliya Rihayê nobeta Edeletê dabûn destpêkirin û salek xwe tije kir. Di yekemîn salvegerê de rêxistinên jinan, maf û hiqûqê û nûnerên partiyên siyasî piştgirî danê.   * Di çarçoveya lêpirsîna ku serdozgeriya komarê ya Amedê di 2021’ê de dabû destpêkirin de 25 jin hatin binçavkirin.    * Li Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, jin jiyan azadî’ daketin qadan û li dijî tecrîdê peyam dan. Tevî astengiya polîsan jinan bi berxwedanek mezin 8’ê Adarê pêşwaz kirin.   *Di nav salê de gelek konferans pêk hatin. Di meha Nîsanê de Jinên Ciwan ên Azad (OGK) bi şîara ‘Ji bo azadiyê serhildanê bilind bikin’ 4’emîn Konferansa Jinên Azad pêk hat. Her wiha Meclîsên Jinan yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma ‘Gotina jinê esas e' atolye pêk anî.   * Siyasetmedara kurd Aysel Dogan ku nexweşa pençeşêrê bû di 11’ê gulana 2022’yan de li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Aysel li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de ji Ewropa wek endama 2’yemîn Koma Aştiyê hat Tirkiyeyê. Cenazeya wê ji Almanyayê hat Amedê û bi dehan jinî cenaze hildan.   * 20’emîn Xelata Azadiya Fikr û Ramanê ya Ayşenur Zarakolu îsal hêjayê girtiya nexweş Aysel Tugluk û Piştevaniya Taksîmê hat dîtin.   * Jinan îsal li dijî tecrîdê qad terk nekirin û desthilatdariyê jin hedef girtin. Di 12’yê hezîranê de bi şîara ‘Li dijî tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê’ li Kadikoy a Stenbolê çalakî hat destpêkirin û der barê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz de bi talîmata Serokomar Tayyîp Erdogan fezleke hat amadekirin.    * Di meha tebaxê de di daxuyaniya ku Komeleya Jinan a STAR dayî de di 8 mehên ewil yên 2022’yan de herî kêm 285 jin hatine qetilkirin.   * Li Îzmîrê jî jinan di 1’ê îlonê de Însiyatîfa Jinan a Aştiyê deklere kirin.   * Li Wanê Makbule Ozer ya 80 salî ku bi hevjînê xwe Hadî Ozer yê 79 salî re hatibû girtin ji ber rewşa rewşa tendurstiyê hat berdan.   * Di meha îlonê de yek ji rojevên herî girîng 4’emîn konferansa jinê ku TJA’yê li Êlihê pêk anî bû. Konferans du rojan berdewam kir û gelek jin tevli bûn.    * Parlamentera HDP’ê Semra Guzel di 2’yê îlonê de hat binçavkirin. Piştî îfada wê hat girtin hat girtin û şandin girtîgehê.   * Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşxa demansê bû, di encama têkoşîn û hewldanan de di 27’ê cotmehê de hat tahliyekirin.   * Nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel ku edîtora kovara Jîneolojiyê û her wiha endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê bû, di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê li ber mala wê di encama suîkasta çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Li Konyayê, ligel zext û astengiya polîsan bi girseyî hat definkirin.   * Ji bo Serokatiya Meclîsa Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl hat hilbijartin.   * Jîna Mahsa Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetiklirin û piştî vê  jin li her derê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ daketin kolanan. Parêzera OHD’ê AryenTuran ku di lijneya Giştî de axivî û got ‘jin jiyan azadî’  bi gotinên nîjadperest hat rû hev. Areyen hat binçavkirin û piştre hat berdan.   * TJA’yê bi dirûşma ‘Li dijî faşîzim û qirkirina jinê dema azadiya jinê ye’ derbarê 25’ê Mijdarê de li Stenbolê deklerasyonek aşkera kir. Starta çalakiyan li Qilaban a Şirnexê, li Qelqelî ya Wanê û li gundê Xelîkan a Cîhanbeylî ya Konyayê hat dayîn.    * Di meha mijdarê de yek ji geşedanên din yên girîng jî Komxebata Navendên Piştevanî û Şêwirmendî û Stargehên Jinan bû.  25’emîn Komxebat di navbera 12-14’ê mijdarê de li Amedê pêk hat.   * Her wiha nivîskar Rojbîn Perîşan ku 30 sal bû girtî bû, ji ber nexweşiya pençeşêrê piştî 30 salan şûnde hat tahliyekirin.   * Dîmenên der barê qetikirina Garîbe Gezer ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, derketin holê.    * Damzerînerê Weqfa Hîranur ya girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga ye, Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re daye zewicandin û bi salan destdirêjî lê hatiye kirin. Li ser vê bûyerê bertekên mezin derketin holê. Di encama têkoşîna jinan de Weqfa Hîranur hat girtin. Yusuf û Kadîr hatin girtin.   * Di 29’ê mijdarê de li Amed, Stenbol, Îzmîr, Mûş, Agirî, Dîlok û Sêrtê biser malan de hat girtin û 21 jin hatin binçavkirin. 8 jin hatin girtin û 13 jin jî cezayê hepsa malê lê hat birîn.   * Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber axaftina xwe ya ku daxwaz kiribû ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin hedef hat girtin û hat girtin.   * Girtiya bi navê Şadiye Manap ya li girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiye, piştî 30 sal girtinê di 1’ê kanûnê de hat tahliyekirin. Lê Şadiye hîna ji girtîgehê derneketibû, bi hinceta derbarê wê de lêpirsînek heye birin Edliyeya Kocaeliyê. Piştî îfadeyê Şadiye hat girtin û ew birin girtîgeha Kandirayê.   * Derhêner Sîbel Tekîn di çarçoveya lêpirsîna der barê wê de hatibû vekirin hat girtin.   * Yek ji şahida Komkujiya Dêrsîmê Gulîzar Halîs jiyana xwe ji dest da.